Pakêta 3’yemîn a Darazê: Girtiyên siyasî têde cih nagirin 2020-03-22 13:54:26   ENQERE – Di çarçoveya Pakêtê 3’yemîn ê Darazê de rê li ber berdana 100 hezar kesî tê vekirin. Girtiyên siyasî derveyî berdanê hatin hiştin.    Pakêta 3’yemîn a Darazê di raya giştî de wek “efûyê” li bendê tê mayîn. Tê gotin ku ji bo pakêtê AKP û MHP’ê li serê li hev kiriye. Ji duh ve pakêt hatiye teqezekirin. Tê gotin ku CHP jî destekê dide pakêt. Bi vê pakêtê re û metirsiya vîrûsa koronayê re rê li ber berdana 100 hezar kesî dê were vekirin. Lê tê diyarkirin ku dê girtiyên siyasî di çarçoveya vê pakêtê de neyên berdan. Hejmara berdanê ya hatiye diyarkirin jî tê payîn ku hemû girtiyên ji sûcên edlî girtî ne.