‘Xebatkarên PTT'ê hem vîrûsê digirin hem jî belav dikin 2020-03-23 09:15:25 STENBOL - Seroka Şaxa 4'emîn a Haber Sen a Stenbolê Gulseren Gungordu, bal kişand ser rîska xebatkarên PTT'ê û wiha got: "Li şaxên PTT'ê bi qasî tê xwestin li dijî vîrûsa corona tedbîr nehatine girtin. Her roj bi sedan kes kargoyan dibin û tînn û ji ber vê yekê hem vîrûsê digirin û hem jî belav dikin.  Li Tirkiyeyê vîrûsa corona (Covît-19) her roj belav dibe. Nexweşên bi şewba vîrûsê her roj qat bi qat zêde dibin. Her roj xizmetkarên tenduristiyê û siyasetmedar banga tedbiran digirin. Lê li gelek sektorên kar zêde tedbîr nayên girtin. Yek ji van sektoran PTT ye. Her çend serokkomar bêje ji malên xwe dernekevin ji saziya dewletê her roj bi hezaran karker dide xebitandin. Ji ber vê yekê xebatkarên PTT’ê di bin rîskek mezin de ne.  Seroka Şaxa 4'emîn a Haber Sen a Stenbolê Gulseren Gungordu, bal kişand ser rîska xebatkarên PTT'ê û wiha got: "Li şaxên PTT'ê bi qasî tê xwestin li dijî vîrûsa corona tedbîr nehatine girtin. Her roj bi sedan kes kargoyan dibin û tînn û ji ber vê yekê hem vîrûsê digirin û hem jî belav dikin. Gungordu, anî ziman ku muşterî ji bo meaş bistînin an jî fature razînin tên şaxên PTT'ê û ev kesên tên PTT'ê jî kesên koma rîskê ne. Çawa ku vîrus hat Tirkiyeyê me xwest ku ji bo xebatkarên PTT’ê ekipmanên parastinê bên stendin. Lê tenê dezenfektanê destan şandin û zêde tedbîr nehatin girtin. Ji bo tedbîran me Giştînameyek ji Midûrê Giştî yê PTT'ê re şand. Me xwest personel dikaribin şibakeyan vekin û nefesê bistînin. Lê di daxwazên me pêk nehatin." Gongurdu anî ziman ku di bin şertên xerab de karkerên PTT’ê didin xebitandin û wiha got: "Li şaxan li gorî prosedurê divê her ji 2 hefteyan carekê paqijî bê kirin. Lê li hin şaxan ji mehê carekê paqijî nayê kirin. Li hin xana personel bi xwe paqijiyê dike. Dîsa li şaxan karê dezenfekteyê nehat kirin. Niha bi hezaran karkerên PTT'e di bin rîskek mezin de ne.    KARGO DI DESTÊ SEDAN KESAN RE DERBAS DIBIN   Gungordu, anî ziman ku kargoyên PTT'ê di destê sedan kesan re derbas dibin û herî zêde karkerên PTT'ê dikevin rîskê û wiha bi dawî kir: "Hevalên me yên belavkar wan kargoyên di destê sedan kesan re derbas dibe digirin û didin xwediyê wan. Hem digirin hem didin. Ji ber vê yekê rîska vîrûsê bigirin û belav bikin hîn zêdetir e. Di şert û mercên ne haqij de kar dikin. Bi derfetên xwe paqijiya xwe dikin. Em di vê rewşê de bûn koma hem vîruse digire û hem jî belav dike. Ji bo tedbîran me carek din hem bi devkî û hem ji bi nivîskî ji Midûrê Giştî yê PTT'ê re ragihand. Me xwest şaxan bigirin û wan derxin destûrê. Me xwest dîsa karê fatûreyan û razandinê ji bo demekê rawestinin. Dîsa me xwest karên kesên lak û pîr li ser înternetê bê kirin."