‘Heke li rewşa tenduristiya penaberan neyê pirsin wê encamek xerab bîne" 2020-03-23 09:23:23 WAN - Serokê Komîsyona Penaberan a Baroya Wanê Mahmût Kaçan bal kişand ser talûkeya vîrûsa koronayê ya li ser penaberan û got divê ji bo penaberan tevdîrên pêwîst werin girtin, heke ev pêk neyê dê encamek xerab bi xwe re bîne.  Li tevahiya cîhanê û Tirkiyê hejmara kesên ji ber vîrûsa koronayê dimirin û bi vîrûsê dikevin rê li ber metirsiyek mezin vekiriye. Her ku diçe qilqaliya ji bo vîrûsê zêde dibe. Vîrûs talûkeyek mezin li ser penaberên li Tirkiyê jî çêdike. Her sal bi hezaran penaber di ser sînorê Îranê de derbasî Wanê dibin. Wan yek ji wan bajarên herî zêde metirsiya vîrûsê lê heye Wan e û di rêza 5’emîn a metirsiyê de cih digire.    Serokê Komîsyona Penaberan a Baroya Wanê Mahmût Kaçan têkildarî rewşa penaberan ku bi vîrûsê re rû bi rû ne ji ajansa me re axivî. Kaçan da zanîn ku divê testên hemû penaberên li Navendên Paşve Şandinê û cihên penaberên li ser sînor hatine girtin were kirin û tevdîr ji bo wan bên girtin.    ‘VÎRÛS LI PENABERAN BIGERE DÊ ENCAMEK BI XETER BÎNE’    Kaçan da zanîn ku piştî vîrûsa koronayê li Tirkiyê peyda bû paneber di nava koma herî bi talûke de cih digirin û got “Bi germbûna hewayê re ji gelek welatan penaber bi ser Îranê ve dê werin Wanê. Heke enfekte girtibin dê ji bo Wanê metirsiyek mezin bi xwe re bîne. Em dibinin ku metirsiyên saziyên dewletê jî ji bo vê yekê hene. Heke tevdîr neyên girtin wê mehek din şûn ve talûke zêderi bibe. Ji ber şewbê me bi penaberên li Wanê dimînin re hevdîtin nekir. Divê tevdîrên bi bandor werin girtin. Penaber di şertên paqij û baş de namînin. Şansê wan nîne. Heke tevdîr neyên girtin û encamên pozîtîf di penaberên li ser sînorên Yewnanîstanê û Wanê de derkeve wê encam gelek giran bin. Kes nikare mîsogeriya ku dê encamek xerab dernekeve bide. Divê hemû sazî û dezgehên dewletê bi lezgînî ji bo penaberan tevdîran bigirin. Pêwîste bêyî ku ev şewb li penaberan bigere lazime mafên wan ên xwe gihandina tenduristiyê were dabînkirin.”