Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qedexeya derketina kolanan dest pê kir 2020-03-23 12:07:59 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, qedexeya derketina kolanan ji saet 06.00’an ve ket meriyetê   Meclîsa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, biryara xwe ya qedexeya derketina kolanan a ji ber şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) ya di 19’ê Adarê de ragihandibû, kir meriyetê. Qedexeya ku ji bo hemû herêman derbasdare, saet 06.00’an dest pê kir.     XEBATÊN DEZENFEKTÊ DEWAM DIKIN    Rêveberiya Xweser li hemû bajaran xebatên xwe yên dezenfekte dewam dike û di çarçoveya pêşniyarên maseya krîzî ya avakirî de, navendên karantînayê diyar dike û hemû bergiriyên li qempên penaberan girtine.    Rêveberiya Xweser, berê jî ragihandibû ku ji ber vîrûsê deriyên sînorên xwe girtine û navber daye perwerdeya dibistan û zanîngehan.