Ji bo îfadeyê bang li Serokê Odeya Tabiban kirin 2020-03-24 17:06:40 WAN - Midûriyeta Polîsan a Wanê bang li Serokê Odeya Tabîban a Wan-Colemêrgê Ozgur Denîz Deger kir û ji ber têkildarî vîrusa corona daxuyanî dabû îfadeya wî gritin.  Serokê Odeya Tabîban a Wan û Colemêrgê Psikiyatrist Doktor Ozgur Denîz Deger, ji ber têkildarî vîrûsa corona (Kovid-19) roportaj da çapemeniyê der barê wî de lêpirsîn hat vekirin. Deger ji ber lêpirsîn lê hat vekirin û midûriyeta polîsan bang li wî kir, çû midûriyeta polîsan a Wanê îfade da. Deger dema îfade da polisan bi sucdariya “Tirs û fikar xistiye nava civakê" hat tawanbarkirin.  Deger piştî îfade da, diyar kir ku wî berpirsiyarî û erka xwe ya li hemberî gel û civakê pêk anîye û gel hişyar kiriye. Deger, anî ziman ku ji ber serokê odeyê ye û hekîm e, xwestiye gel zane û agahdar bike û ji ber vê yekê daxuyanî daye. Deger, anî ziman ku bal kişandiye ser rewşa girtîygehan û rîskê li hemberî wan û xwestiye rayedar tedbîran bigirin.