Endamê Meclîsa DBP'ê bi kameraya veşartî hat şopandin 2020-03-25 12:10:55   RIHA - Endamê Meclîsa DBP’ê Bekîr Karageçîlî, li nêzî mala xwe kamerayek ewlekariyê ya vaşartî dinava keviran de dît.    Endamê Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bekîr Karageçîlî yê li Taxa Karageçî ya navçeya Sîwereg a Rihayê dijî, 30 metre nêzî mala xwe kamerayek di nava kevirande veşartî dît. Ekîbên leşkerî li ser agahî dayîna Karageçîlî hatin cihê bûyer û dest danîn ser kamerayê. Karageçîlî yê li qereqola taxê îfade da, bi hinceta mala wî tê şopandin gilî kir.     'JI BO ŞOPANDINÊ HATIYE DANÎN’   Karageçîlî derbarê cîhazê dîtî de axivî û got: “Cîhaz kamera bû. Di ketina taxê de qereqol heye, ketin û derketin wê bi kamerayên mobesê tên şopandin. Ez difikirim ku ji bo me bişopînin kamera danîne wê derê. Min gilî kir. Ezê şopdarê wê yê zagonî bim.”