Ji bo 100 girtiyan 2 qûtî dezenfektan tê dayîn 2020-03-25 13:56:39   WAN – Sînan Dayan ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê girtî ye diyar kir ku li dijî tevdîra vîrûsa koronayê ji bo 100 girtiyan 2 qûtî dezenfektan dane wan û maskeyan jî bi pere firotine girtiyan.   Ji sedan girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê Sînan Dayan bi rêya malbata xwe ragihand ku ji bo vîrûsa koronayê ku gefê li ser girtiyan jî dixwe tevdîr nehatine girtin. Dayan destnîşan kir ku li dijî tevdîra vîrûsa koronayê ji bo 100 girtiyan 2 qûtî dezenfektan dane wan û maskeyan jî bi pere firotine girtiyan. Dayan diyar kir ku korîdorên girtîgehê tên şûştin lê qawîş bi awayek têrkirî nayên dezenfektekirin û got: “Vîrûsek cîdî ku bandora xwe li ser dinyayê dide nîşandan, lê ji bo me tevdîrên koronayê nayên girtin.”   Dayan bal kişand ser tijebûna girtîgehê û got divê hemû girtî bi şiklek wekhev ji guhertina yasaya înfazê sûd werbigirin.