Pevçûn li Şirnexê derket: 3 leşker birîndar bûn 2020-03-25 17:09:21   ŞIRNEX - Li çoltera Şirnexê, di pevçûna derket de, 3 leşker birîndar bûn,   Li çoltera Şirnexê, di navbera leşkerên derketin operasyonê û HPG’iyan de pevçûn derket. Li gorî agahiyên dest pê kê di pevçûnê de 3 leşker birîndar bûn. Hat zanîn ku leşkerên birîndar ewilî bi helîkopteran birine Tabûra Tank a li Cizîrê û dûre sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê hatin kirin.    Derbarê rewşa tenduristiya leşkerên birîndar de tu agahî nehatin bi dest xistin. Rayedaran derbarê bûyerê de jî heya niha tu daxuyanî ne dane.