Masa Qeyranê ya HDP'a Îzmirê: Hikûmet nikare sererast şewbê bi rêve bibe 2020-03-26 09:23:54 ÎZMÎR - Endama Masa Qeyranê ya Rêxistina HDP'ê ya Îzmirê Bijîşk Ayşe Ozdamar, diyar kir ku ekîpmanên ji saziyên tenduristiyê re hatine şandin têr nakin û wiha got: "Hikûmet nikare vê pêvajoyê bi rêve bibe. Yek ji rêbaza ku vê şewbê têxe kontrolê zêdekirina amûrên testê ye."  Li tevahiya cîhanê û Tirkiyeyê kêlî bi kêlî şewba vîrusa cîhane belav dibe. Hêjmara miriyan zêde dibe û kesên vîrûs dikeve xwîna wan gihişt sed hezaran. Li gorî daneyên dawî yên 25'ê Adarê vîrûsa koronayê (Kovîd-19) li tevahiya cîhanê ji ber vîrûsa koronayê kesên jiyana xwe ji dest dan hejmara wan 2 hezar û 388 kes zêde bûn û derket 18 hezar û 926 kesî. Hejmra kesên vîrûs li wan peyda bûye derketiye 424 hezar û 24 kesî. Li Tirkiyeyê jî hêjmara miriyan derket 59'an û hêjmara nexweşên vîrûsê deret 2 hezar û 433'An. Endama Masa Qeyranê ya Rêxistina HDP'ê ya Îzmirê û Hekîma Malbatê Bijîşk Ayşe Ozdamar, diyar kir ku kal û pîr, kesên nexweş di koma rîskê dene û xwest teqez ji malê dernekevin. Ozdamar, ani ziman ku tevî rêxistinên navçeyê amade ne ku hemu xizmet û alîkariyê bidin mirovan û wiha got: "Piştî Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) şewba vîrûsa corona weki "Şewba Kurevî  (Pandemî) îlan kir, hikumetê bê navber hişyar kir, lê tedbîren şenber negirt. Di vê pêvajoyê de hikûmetê xebat zelal nekirin. Raqam gelek di jora raqamên ku Wezîre Tenduristiye iddîa dike re ne. Me ji ji bo tedbîran li Îzmirê wekî HDP'ê Masa Qeyranê ava kir. Em wekî masa qeyranê pirsgirekan tespît dikin û ji cihê eleqeder re dişînin. Hikûmet ê qeyrana şewbê rast nikare bi rêve bibe. Pêdiviyê mirovan nayên pêşwazîkirin.    Ozdemîr, anî ziman ku piştî mirovan xwe kişandin malên xwe bi xwe re pirsgirêkên din jî ava kirin û wiha got: "Gelek mirov ji kar û barê xwe bûn. Dikanên xwe yek bi yek girtin. Wezir got tedbîra vîrûsê girtine. Lê nexweşên pençeşêrê, kronik û nexweşên din avêtin aliyekî. Ev mirovên nexweşên pençeşêrê nikarin derman peyda bikin. Gelek mirovên nexweşiyên kronîk nikarin ji malê derkevin. Divê pêdiviya van mirovan bê pêşwazîkirin. Gelek kes pêdiviya wan bi maske û lepikan neye. Nê nikarin bi dest bixin.      Ozdamar, ani ziman ku parastina li dijî vîrûsê gelek girîng e û wiha bi dawi kir: "Li Tirkiye hin tedbir hatin girtin. Lê ev bi tena serê xwe têr nakin. Yek ji tedbîrên girîng îzolasyona civakî ye. Divê em navbera fîzîkî têxin nava xwe û bi awayekî fîzîkî xwe ji hev dûr bixin. Dîsa divê divê amûrên testê bêne zêdekirin. Divê ekipmanên testê li tevahiya Tirkiyê bên zêdekirin. Li Tirkiyeyê ji ber polîtikayên heyî di pergala tenduristiyê de pirsgirêkên mezin hene. Ekîpmanên ku ji Navendên Tenduristiyê ya Malbatê û Saziyên Tenduristiyê re hatine şandin, pir kêm in û têr nakin. Hem Yekitiya Tabiban a Tirk (TTB) hem jî Navendên Tenduristiyê yên Malbatan daxwazên xwe û pêdiviyên xwe tînin ziman. Kîp'ên testê pir kêm in. Yek ji rêya kontrolkirina vê şewbê zêdekirina ekipmanên testê ye."    MA / Esra Solin Dal