Rêxistinên Elewiyan: Hemû girtiyan berdin 2020-03-26 11:29:47 DERSIM - Rêxistinên Elewiyan bal kişandan ser talûkeya vîrûsa korona û xwestin hemû girtî bên berdan. Konfederasyona Yekitiya Elewiyên Ewropayê, Federasyona Bektaşiyên Elewî, Federasyona Komeleyên Elewî, Federasyona Weqfên Elewî, Komeleya Çandê ya Pir Sûldan Abdal, Komeleya Çanda Elewiyan, Weqfa Çanda Anatoliya Haci Bektaş Velî û Komeleya Elewiyên Demokratîk, daxuyaniyek hevpar darbarê vîrûsa koronayê de dan û bal kişandan ser rewşa girtîgehan. Di daxuyaniya Rêxistinên Elewî de wiha hat gotin: “Pêşnûmeya hatiye amedekirin divê ji bo hemû girtiyan derbas dar be. Berdana rêxsitinên tiryakê difiroşin zarokên me, yên destdirêjiya jinan dikin û jinan qetil dikin nayê qebûl kirin. Li tirkiyeyê hemû girtîgehe bi girtî û hikumxaran tijene. Ev hejmar pir zêdeye. Ji ber vê yekê girtîgeh ji bo tenduristiya mirovan ne guncawin. Ger vîrûs li girtîgehan belav bibe, wê encamek pir xerab derkeve holê. Ji ber vê divê hemû welatiyên girtî bên berdan.”   Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, ku pêşnûmeya tê amadekirin divê ji bo girtiyan hemûyan derbas bibe û hate gotin, "Ne ya qebûlkirinê ye ku firoşkarên narkotî, tecawizkar û kujerên jinan bên berdan. Li dinyayê şewba vîrûsekê belav dibe û di rewşa heyî de li girtîgehên Tirkiyeyê zêdeyî kapasîteya wan girtî û hikumxwar hene. Lewma girtîgeh ji aliyê tenduristiyê ve devera herî bi pirsgirêk e û rîsk heye ku vîrûs zû lê belav bibe. Her kesên li girtîgehê divê bêyî cihêkarî li wan bê kirin tavilê bên bedan."   Rêxistinên Elewiyan di dawiya daxuyaniya xwe de banga piştevaniyê li raya giştî kirin.