Koca: 16 nexweşên me yên din jî mirin, hejmara miriyan bû 75 2020-03-26 23:04:10     NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca, daneyên dawî yên der barê vîrûsa coronayê de parve kirin. Koca, got: "Îro 7 hezar û 286 test hatine kirin. Ji vana di hezar û 196 kesan de vîrus hatiye tespîtkirin. 16 nexweşên me yên din jî jiyana xwe ji dest dan."   Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, li ser hesabê xwe yê twîtterê geşedanên dawî yên der barê vîrûsa coronayê de parve kirin.   Koca, got: "Duh hejmara testên me 5 hezar û 35 bûn. Îro 7 hezar û 286 test hatine kirin. Ji vana di hezar û 196 kesan de vîrus hatiye tespîtkirin. Nexweş û derdorên wan hatine îzolekirin. 16 nexweşên me yn din jî jiyana xwe ji dest dan. Tevî van daneyan hejmara miriyên me bûye 75 û hejmara nexweşên me jî bûye 3 hezar û 629. Bi israr dibêjim tevdîrên xwe bigirin."