Li Tirkiyeyê serê polîs 211, cendirme 92 û serê bijîşkekî 498 kes dikevin 2020-03-27 09:23:14 STENBOL - Li gorî daneyên OECD'ê li Tirkiyeyê serê polîsekî 211 kes, serê cendirmeyekî 92 kes û serê bijîşkekî jî 498 kes dikevin. Tirkiye di qada tenduristiyê de di nava welatên OECD de welatê herî paşketî ye.    Li Tirkiyeyê ji ber vîrûsa corona (Covid-19) her roj mirov dimirin herî dawi 16 mirovên din mirin û di nava 16 rojan de 75 mirov mirin. Dîsa 3629 mirov bi şewba vîrusa corona ketin. Her çend ev vîrûs li hemû cîhanê belav bibe jî ligel ku herî dawî vîrûs hat Tirkiyeyê li gorî rojan rêjeya kesên dimirin li Tirkiye li gorî welatê din zêdetir e. Li gori daneyên Teşkîlata Rakirin û Hevkariya Aborî (OECD) Tirkiye di qada tenduristiyê dewelatê herî paşketî ye. Tirkiye di qada tenduristî û bijîşkan dewelatê herî kêm e. Dîsa li gorî esker û polîsan di nava welatên Yekîtiya Ewropa (YE) de serî dikişine. Li gori daneyên fermî yên OECD'ê yên sala 2019'an; Li Tirkiyeyê serê polîsekî 211 mirov, serê cendirmeyekî 92 mirov û serê bijîşkekî jî 498 kes dikevin. Tirkiye bi vê rêjeyê di nava 36 welatên OECD de welatê herî paşketî ye. Di qada polîs û eskeran dewelatê herî pêşketî, di warê hemşîre û doktoran de welatê herî paşketî ye. Li Tirkiyeyê serê her bijîşkekî 498.2 kes û serê her hemşireyekê 413,2 kes dikevin.    Dîsa li gorî raporê di sala 2020'an de di qada Diyanete de 130 hezar personel heye. Lê hêjmara bijîşkan li Tirkiyeyê 164 hezar kes in. Ev jî nîşan dike ku Tirkiye di qada eskerî, polîs, diyanet û tenduristiyê de heri dawî dide qada tenduristiyê.    HERÎ ZÊDE PERE JI ESKERIYÊ RE VEQETAND   Li gorî butçeya 2020'an Tirkiye herî zêde butçe ji qada ewlehiyê re veqetand. Ji butçeya 2020'an 58.755.417.000 TL pere ji Wezareta Tenduristiyê re veqetand. Lê ji Wezareta Parastinê re 53.859.342.000, ji Fermandariya Cendirmeyan re 22.968.117.000, Ji Midûriyeta Polisan re 38.973.189.000 ji Serokatiya Dîyanetê re jî 11.519.609.000 TL pere veqetand.    TIRKIYE DI QADA TENDURISTIYÊ DE DI NAVA WELATÊN OECD'Ê DE DI RÊZA 36'AN DE YE   Tirkiye di qada tenduristiyê de di nava 36 welatên (OECD) de di rêza dawî de ye. Disa dinava 36 welatên OECD de di wada eskerî û polisan de di rêza yekemîn de cih digire.    MA / Îdrîs Sayilgan