Girtiyê nexweş ê krîza dil derbas kir û xwîn çû ser mêjiyê wî li ber sekeratê ye 2020-03-27 11:59:46 OSMANIYE – Girtiyê nexweş Sabrî Kaya yê li Girtîgeha Osmaniyê ji ber krîza dil derbas kir û xwîn çû ser mêjiyê wî 3 roj in li nexweşxaneyê ye. Saziya Tiba Edlî di sala 2013’an rapora “nexweşîna kronîk nîne” dabû Kaya.  Girtiyê nexweş Sabrî Kaya yê li Girtîgeha Jimara 2’an a Tîpa T a Osmaniyê tê ragirtin ji sedî 25 dilê wî dixebite. Kaya roja 25’ê adarê krîza dil derbas kir û xwîn çû ser mêjiyê wî. Kaya sê roj in li beşa lezgîn a Nexweşxaneya Osmaniyê tê dermankirni.    Keça Kaya, Dîlan Kaya bi bîr xist ku nexweşîna dil bi bavê wê re hebûye û ji sedî 25 dilê wî dixebitî. Kaya da zanîn ku ji ber rêveberiya girtîgehê dermanê bavê wê temîn nekiriye, bavê krîza dil derbas kiriye û bi krîza dil re xwîn jî çûye ser mêjiyê bavê wê.    'HEMÛ ORGANÊN WÎ ZERAR DÎTINE’    Kaya anî ziman ku ew li ser agahiya girtiyek ku daye wan ew ji rewşa bavê xwe hîn bûye û rêveberiya girtîgehê piştî rojekê li wan geriyaye û agahî daye wan. Kaya got ew çûne nexweşxaneyê û di çavdêriya leşkeran de bavê xwe dîtiye û bavê wê nikaribûye biaxive. Kaya got hemû organên bavê wê zerar dîtine û rewşa bavê wê giran e.    ATK GOTIYE ‘DIKARE LI HEFSÊ BIMÎNE’    Kaya diyar kir ku cezayê muebetê li bavê wê hatiye birin û ji sala 2010’an ve di girtîgehê de ye û du caran ji dilê xwe emeliyat bûye. Kaya anî ziman ku di sala 2013’an de her çiqas ji ber nexweşînê înfaza wî hat sekinandinê jî lê ji ber ku Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê rapora “nexweşîna wî ya kronîk nîne” daye bavê wê carek din hatiye girtin. Kaya da zanîn ku ew ji rewşa bavê xwe bi fikar e û got: “Sê roj in rewşa wî giran e û tê dermankirin. Li ber mirinê ye. Dibe ku her kêlî jiyana xwe ji dest bide. Divê nexweşên giran ên wek bavê min werin berdan, lê bi zanebûn bernadin. Divê ne li girtîgehan li nexweşxaneyên baş werin dermankirin.”    'DIVÊ GIRTÎ JI PAKÊTÊ SÛDÊ BIGIRIN’    Kaya bertek nîşanî pakêta darazê ya ku ji bo yasaya înfazê girtiyên siyasî li ber çavan nehatine girtin da û divê beriya her kesî girtiyên siyasî ji vê pakêtê sûd werbigirin.