Hevşaredarên Licê: Tevdîrên me yên li dijî coronayê tehemûl nekirin 2020-03-28 09:16:17 AMED – Hevşaredarên Licê rûken Yilmaz û Tarik Mercan diyar kirin ku xebatên wan ên li dijî vîrûsa coronayê nehatine tehmûlkirin û gotin: "Wê ji bo gel xebatekê nekin."  Wezîrê Karên Navxweyî di 23'yê Adarê de qeyûm tayinî şaredariyên HDP'î ya Êlih, Farqîn, Licê, Erxenî, Gêl, Norşîn, Xalfelî û bajaroka Civanîkayê kirin. Hevşaredarên Licê Rûken Yilmaz û Tarik Mercan, anîn ziman ku diviya li dijî vîrûsê tevdîr bihatana girtin lê belê rabûne şaredariya wan xesp kirine.    ‘ME PAKÊTÊN ALÎKARIYÊ AMADE KIRIBÛN'    Hevşaredar Yilmaz, anî ziman ku di çaçroveya tevdîrên li dijî vîrûsê de bazarên gel betal kiribûn û got, lê belê qeyûm cardin bazar vekiriye. Yilmaz, diyar kir ku ev tiştekî pir bitalûke ye û got, kesên ji gundan jî tên bazarê. Yilmaz, destnîşan kir ku ji bo mirov neyên cem hev du û di mal de bimînin tevdîr girtibûn û got: "Qeymemqam, qereqolên polîs û eskeran ezenfekte dikir. Me jî mizgeft, malên şînê, kargeh, mînîbus, wesayîtên taybet dezenfekte dikr. Me her roj mînîbus derman dikirin û wisa dişandin. Ji bo qedexeyênd erketina derve yên muhtemel me pakêtên alîkariyê ji bo gel amade kiribûn. Xebatên me yên vê mehê bi tevahî ji bo tevdîr girtinan bû. Ji bo gel tevdîrên xwe bigire, ji bo ji malê dernekeve me tim gazî dikir. Me ji bo vê li bîlboardan afîş dalindin."    Yilmaz, anî ziman ku hê jî şaredarî vekiriye û got: "Nehiştin em ji bo gel bixebitin. Ji bo em li dijî vîrûsê tevdîran bigirin me maseyeke krîzê ava kiribû. Me û rêveberiya şaredariyê û midûran re civîn çêkirin. Qeymeqam nexwest tev li em bibe. Wan jî di nav xwe de civîn çêkir. Gazî şaredar nedikir, gazî midûran dikir. Gava me dest bi xebatên xwe kirin, hayê qeymeqam jê tunebû. Gava midûrê me ji qeymeqam re dibêje me dest bi xebatan kiriye heyr maye. Ji be rme beriya wan dest pê kir bi ser me de hatin. Di pêvajoyeke ku diviya kes nêzî hev nebûna de qeyûm atyinkirin. Ev nayê qebûlkirin. Xebatên me nîvco man. Ji ebr vê fikarên me hene. Wê ji bo gel nexebitin. Wê piranî ji bo eskeran û saziyên xwe bixebitin."    Hevşaredar Tarik Mercan jî anî ziman ku di demên dawî de şaredariyên wan li dijî vîrûsê bi awayekî cidî xebat kirine û got: "Tevî gel xebatine cidî hatin kirin. Raya giştî jî ev xebat dîtin. Bi ay min ev yek tehemûl nekirin." Mercan, anî ziman ku di pêvajoyeke wiha de ne li benda tiştek wiha bûn û got: "Ji bo me bû suprîz. Nexwe me jis edî sed rûyê dewletê yê rast nedîtiye. Her wextî, dikarin tiştên wiha bikin. Dev ji pratîkên xwe bernedane. Nexweşîna gel, pirsgirêkên gel ne xema wan in. Ji dêvla li dijî vîrûsê tevdîran bigirin, radibin qeyûman tayin dikin. Lê em ê tim û tim li cem gel bin."