Prz.Çakas: Divê ev pakêt ji bo hemû girtiyan derbasdar be 2020-03-28 09:28:54 AMED - Rêveberê MED TUHAD-FED’ê Parêzer Yûsûf Çakas derbarê Paketa Darazê ya 3’yemîn de xwest li gorî rêgeza destûra bingehîn a wekheviyê gav bên avêtin û cudakariyê nexe nava girtiyan û ev pakêt ji bo hemû girtiyan derbasdar be.  Ji ber vîrusa coronayê ku li Tirkiye û cîhanê belav dibe, girtî bi talûkeyek mezin re rû bi rû ne. Ji ber vê yekê ji sazî, dezgeh û komeleyan bang tê kirin ku hemû girtî bên berdan. Lê hikumeta AKP’ê, girtiyên siyasî nexist nav Pakêta Darazê ya 3'yemîn. Rêveberê MED TUHAD-FED’ê Parêzer Yûsûf Çakas têkildarî paketa darazê ya 3’yemîn û kampanyayên komeleya xwe de nirxandin kir. Çakas, diyar kir ku li gor gotinên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê û Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê tu dermanê vê nexweşiyê nîne û wiha got: “Nexweşî wê heta kengî bidome? Kengî wê kêm bibe? Heta niha her du saziya jî diyar nekiriye. Ji xwe nikarin tespît bikin, serî li hin tedbîran didin.”   ‘DIVÊ JI BO HEMÛ GIRTIYAN TEDBÎR BÊNE GIRTIN’    Çakas, bal kişand ser Paketa Darazê ya 3’yemîn û wiha axivî: “Em dizanin ku derketina vê paketê ji ber vê nexweşiyê ye. Ev paket wek tedbîreke vê nexweşiyê derdikeve. Heke ji ber nexweşiyê ev paket derketî be divê ji bo hemû girtiya derkeve. Piştî ku ev paket di çapemeniyê de derbas bû, gelek malbatan serî li saziya me dan. Pirsîn ku naveroka vê paketê çiye? Bavê min, birayê min dê derkeve? Heke dernekevin dê bi mirinê re rûbirû bihêlin? Ji ber vê yekê me kampanya da destpêkirin. Em nikarîbûn li hemberî daxwazan bêdeng bimînin. Me jî daxwazên malbatên xwe li ber çavan girt û dest bi kampanyayê kir. Tedbîr werin girtin divê ji hemû girtiyan re werin girtin. Ev ji bo mafê mirovan jî mafê jiyanê yê mirovan jî pêwîste. Daxwaz berbiçav in. Daxwazên ku em dikin jî neyên wisa ne ku pêk neyên. Daxwaza me ewe ku girêdayî peymanen navnetewî bimînin û efûyek bi cih were.”   ‘QANÛNEKE WEKHEV ŞERT E’   Çakas, dest nîşan kir ku  pêşengên kampanyaya wan a daxwaznameyan malbat in û wiha berdewam kir: “Tiştê ku em dixwazin rêgeza wekhêviyê ye û ku ji bo herkesê derbasdar be. Hinek girtî werin berdan hinek girtî di hundir de bimînin wê demê em nikarin bibin bersiv. Qanuneke adilane û wekhev nebe nikarin bibin bersiv. Di cîhanê de gelek welat qala efûyeke giştî bikin. Dewleteke weke Îranê efûya giştî derxistî be. Ji bo ku li Tirkiyê jî çênebe tu tişt ne sedeme, dikarin pêk bînin. Divê çarçoveyê derxistina kanûneke wekhev şert e.”   ‘EFÛYA GIŞTÎ DÊ BI XWE RE ARAMIYEKE CIVAKÎ BÎNE’   Çakas, da zanîn ku wek MED TUHAD-FED bi daxwaza malbatan kampanya dan dest pê kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Malbat xwedî li van kampanyayan derdikevin. Banga me ji partiyên siyasî, sazî û dezgehên sivîl jî heye. Şert û mercên Tirkiyeyê ji xwe pêwistî bi efûyekê heye. Efûya ku derkeve dê bi xwe re aramiyeke civakî jî bîne. Divê termên ku dibên sûc in ji nûve werin niqaşkirin. Qanûna înfazê hem dê mafê mirovan, hem yê tenduristiyê hem jî yê jiyanî dê pêk bîne hem jî dê rê li ber demokratîkbûyînê veke. Ji ber vê yekê banga me li hemû sazî û dezgehan heye ku kampanyaya me xurt bikin. Divê herkes ji vê daxwaza hiqûqî û mirovî re deng bide. Tişta tê xwestin ne bê îmkan e. Tişta tê xwestin mirovîye, ehlakiye, hiqûqîye, adile divê herkes bibe deng.”   ‘QANÛNEKE TENG DÊ MIROVAN BÎNE HEMBERÎ HEV’   Çakas, herî dawî got ku qanûneke berfireh çawa rê li ber demokratîkbûnê veke yeke teng jî dê mirovan bîne li hemberî hev û wiha axivî: “Em nebin dengê li hemberî hev em bibin dengê giştî û edaletê. Em herkesê vedixwînin ku ji vê bangê re bibe deng û kampanyaya me bi hêz bikin.”   MA / Fahrettîn Kiliç