‘Ger dewlet bi vê şewbê nekare wê hebûna wê bê nîqaşkirin' 2020-03-30 09:12:38 AMED - Derûnînas Mehmet Şerîf Akbaş, diyar kir ku vîrûs weke civakan di dewletan de jî dibe sedema panîk û xofê û ev tişt got: “Heke dewlet bi vîrûsê re serî dernexin dê hebûna wan bê nîqaşkirin” Belavbûna vîrûsa koronayê (Kovid-19) ya li Cîhan û Tirkiyeyê berdewam dike. Bi vîrûsê re hemû welat di nav xwe de îzole bûn û sînorên xwe ji hev re girtin. Dibistan hatin girtin, sefer hatin betalkirin, kargeh hatin girtin û artêşên nû yên bêkaran çêbûn. Gel ji aliyekî ve li dijî zoriyên aborî li ber xwe dide li aliyekî ve jî li dijî vîrûsê li ber xwe dide.   Hevberdevkê Înîsiyatîfa Derûnînasên Mezopotamyayê Mehmet Şerîf Akbaş, têkildarî pirsgirêkên derûnî ku welatî di vê pêvajoyê de pê re rû bi rû bimînin nirxandinan kir.    ‘KAMPANYAYÊN LI MALÊ BIMÎNE ENCAM NADIN’   Akbaş, diyar kir ku bi vîrûsê re nediyarî û xof zêde bûye û ev yek bi dualî berdewam dike û wiha got: “Yek jê bekarî û fikara pêşerojê ye û yek jê jî xofa ku vîrûsê aniye. Mirovan neçar kirine ku di nav van dubendiyan de hilbijartinek bikin. Ji ber vê yekê kampanyayên li malê bimîne encam nadin. Heke mirov mehkûmî izolasyona topyekûn bên kirin dibe ku çalakiyên bêîtaatiyê yên li dijî qarantînayê zêde bibin. Ev yek jî dê bibe sedema zêdebûna tundiya nav malbatê, stres û depresyonê. Ji bo vê yekê divê izolasyona fizîkî bê kirin û mirov civakbûna xwe li ser derfetên dîjîtal berdewam bikin.”   ‘DIVÊ MEDYA CIVAKÎ BI KONTROL BÊ BIKARANÎN’   Akbaş, destnîşan kir ku heke mirov li ser medya civakî bi gelek agahiyan re rû bi rû bimînin dê fikarin wan zêde bibin û ev tişt got: “Ji bo vê yekê ya rast divê mirov di nav rojê de ji çend çavkaniyan agahî bigire. Ji bilî vê divê mirov baweriya xwe bi agahiyên bê wate yên li ser medya civakî neyne. Vîrûs nexweşiyeke micid e lê li cem vê yekê kesên ku jê baş dibin jî gelek zêde ne. Divê ev jÎ li ber çavan bê girtin û dive herkes hevdû biparêze.”   ‘HEKE DEWLET BI VÎRÛSÊ RE SERÎ DERNEXIN DÊ HEBÛNA WAN BÊ MÎQAŞKIRIN’   Di berdewama axaftina xwe de Akbaş, bal kişand ser polîtîkayên ewlehiyê yên ku bi vîrûsê re derketine holê û wiha pêde çû: “Pêvajoya ku em dijîn çawa ku bi mirovan re xof û panîkê çêdike, wisa bi deweletan re jî çêdike. Lewre di vê pêvajoyê dibe ku dewlet jî bê wate bibe. Heke dewlet, bi vîrûsê re serî dernexin dê hebûna wan bê nîqaşkirin. Berdewama vîrûsê dê qedera dewletan diyar bike. Heke vîrûsê biqede jî dibe ku nû bibe. Panîka ku mirov dijî hemû pergal di nav xwe de dijîn.”   ‘KURD JI SAZIYÊN KU XWE BIPARÊZIN BÊPAR IN’    Akbaş, da zanîn ku di kêliya qrîza vîrûsê de kurd ji saziyên ku xwe bi wan biparêzin bêpar in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Niha li erdnîgariya Kurdistanê qeyûm tayînî vîna gelê kurd tên kirin. Di vê qrîzê de ji bilî partiyên siyasî saziyên me yên ku bi awayekî rast gel agahdar bikin û biparêzin tunene.”    MA / Cahît Ozbek