Hefteyek dema karantînaya yên ji Imrê hatibûn hat dirêjkirin 2020-03-30 12:58:54   ENQERE – Kesên ji Imrê hatibûn li Enqereyê li wargehan hatibûn bicihkirin û wan hildabûn bin karantînayê. Di hin kesan de vîrûsa koronayê hat tespîtkirin. Li ser pêşniyaza Desteya Zanistê hefteyek din jî dema karantînê hat dirêjkirin.    Li ser pêşniyaza Desteya Zanistê kesên ji Imrê hatibûn û wan li wargehên Enqereyê hildabûn karantînayê hefteyek din jî dema wan a karantînayê hat dirêjkirin. Ji hin kesên di 15’ê adarê de ji Medîneyê hatibûn Enqere û Konyayê testa wan vîrûsa koronayê pozîtîf derket. Li gorî daxuyaniya Wezareta Ciwan û Werzîşê kesên ji Imrê hatine û li wargehên Konyayê û Enqereyê hildane bin karantînayê hejmara wan 10 hezar û 330 kes in.