Walîtiya Amedê alîkariya HDP’ê ya ji bo extiyaran asteng kir 2020-03-30 14:46:01 AMED - HDP’iyên ku alîkarî ji mirov eztiyar ên ku ji ber vîrûsa koronayê nikarin derkevin derve re birin, bi biryara Walîtiya Amedê hatin astengkirin. Bi biryara Wezareta Karên Hundir ve di 22’ê adarê de ji bo bergiriya vîrûsa koronayê derketine derve ji kesên ku temenê wan di seriya 65’an de ye û nexweşiyên wan ên kronîk heye re hatibû qedekirin. Rêxistinên HDP’ê yên navçeya û bajaran jî ji bo van kesan xebata alîkariyê dabû destpêkirin. Ev hewldana HDP’ê ji aliyê Walîtiya Amedê ve hat qedexekirin.   ALÎKARÎ QEDEXE YE!   Hevseroka HDP’a Peyasê ya Amedê Besîle Narîn, têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku duh di saetên sere sibehê de Miduriyeta Polisan a Amedê lê geriyane û jê ragihandine ku walîtiya xebata wan a alîkariyê qedexe kiriye û dê destûr nedin vê xebatê. Narîn, destnîşan kir ku weke hincet jî belavbûna vîrûsê nîşan dane û wiha got: “Em alîkariya xwe bi bergirî dikin. Heta em bergiriyên xwe negirin dernakevin xebata alîkariyê. Polisan ji min re gotin ku alîkariya pêwîst hêzên ewlehiyê dikin. Di pêvajoyên wiha de divê mirov di nav piştevaniyê de be, lê di firsendê de xebatên me asteng dikin.”