Li gund tenê malbata zarokê bi koronayê ketiye testa wan hatiye kirin 2020-03-30 14:53:02 WAN – Li gundê Xaşkan ê navçeya Elbaka Wanê testa zarokek a koronayê pozitîf derket û testa neferên malbatê jî hat girtin. Li ser vê yekê gund û 7 mezrayên wê hildan bin karantînayê.  Li gundê Xaşkan û 7 mezrayên wê yên girêdayî navçeya Elbaka Wanê duh hildabûn karantînayê. Di zarokekî de testa pozitîf a vîrûsa koronayê derket. Tenê neferên malbatê testa wan hat kirin. Têketin û derketina gund û mezrayên wê ji aliyê cendirmeyan ve hatiye girtin. Tê gotin ji 3 hezarî zêdetir însan li gund û mezrayên wê dijî. Keyayê gund Ayhan Korkmaz da zanîn ku dibe ji bilî malbata zarok temas çê bûbe û fikara xwe ya di vî warî de anî ziman.    GUND Û 7 MEZRAYÊN WÊ KIRINE KARANTÎNAYÊ    Korkmaz anî ziman ku zarokê temenê wî 16-17 salî ye di tekstîlek li Stenbolê dixebitî û piştî karê wî hatiye girtin vegeriyaye mala xwe ya li gund û di 26’ê adarê de nexweş ketiye û rakirine nexweşxaneyê û testa wî pozitîf derketiye û duh ji wan re hatiye ragihandin. Korkmaz diyar kir ku li ser vê weqayê gund û 7 mezrayên wê hildane bin karantînayê û rewşa zarok baş e û li nexweşxaneyek Wanê di bin çavdêriyê de ye.    TENÊ TESTA MALBATA ZAROK KIRIN E    Korkmaz da zanîn ku komên tenduristiyê çune gundê wan û tenê malbata zarok di kontrola tenduristiyê de derbas kirine û li gund wek din tu malbatê di kontrola tenduristiyê de derbas nekirine û dibe ku temasa vî zarokî bi neferên din ên gund re jî çêbûbe.    Korkmaz da zanîn ku li gundên wan kes ji hundir dernakeve û şêniyên heywanên wan hene zehmetiyan dikişînin.    GUNDEK Û MEZRAYEK DIN JÎ HILDAN BIN KARANTÎNAYÊ    Li aliyê din bi gumana koronayê gundê Ilicak û mezraya wê Bellîyûrt yên girêdayî Elbakê hildane bin karantînayê. Cendirmeyan têketin û derketina ji gund û mezrayê girtine û destûra çûnehatê nadin.