Ji Bo Hemû Xebatkaran Platforma Tenduristiyê hat avakirin 2020-03-30 15:42:20 STENBOL – Gelek akademisyen, nivîskar, rewşenbîr, sendîkavan, rojnameger, siyasetmedar û aktîvîstên rêxistinên civakî hatin gel hev û li dijî rîska vîrûsa koronayê Ji Bo Hemû Xebatkaran Platforma Tenduristiyê ava kirin.  Parlamenterên HDP’ê û CHP’ê jî di nav de gelek akademisyen, nivîskar, rewşenbîr, sendîkavan, rojnameger, siyasetmedar û aktîvîstên rêxistinên civakî hatin gel hev û li dijî rîska vîrûsa koronayê Ji Bo Hemû Xebatkaran Platforma Tenduristiyê ava kirin. Platforma hat avakirin daxuyaniyek nivîskî bela kir û vîrûsa koronayê hemû dinya û Tirkiyê hildaye bin bandora xwe ya kujer û ji ber vê yekê jî ev vîrûs ji bo her kesî talûkeyek mezin e lê bi taybetî ji bo kedkarên tenduristiyê di astek xeter de ye.    Platformê diyar kir ku tevdîrên hatine eşkerekirin tu yek jî ji bo karker û kedkaran nîn in û got: “Karker û kedkaran adeta dişînin mirinê. Hema bêje dixwazin bêjin bila her kes li çareya serê xwe binêre. Lê belê em dibêjin kedkar di bin rîskek mezin de ne.”    PLATFORM BALÊ DIKIŞÎNE SER ŞERTÊN KEDKARAN    Platform ji bo balê bikişîne ser şert û mercên kedkaran banga beşdariya çalakiya lembe vemirandin û pêxistinê ya dê saet di 20.20’an de roja 2’ê nîsanê li dar bixin li raya giştî kir. Platformê daxwazên xwe yên ji 12 xalan pêk tê jî rêz kir û bi van xalan bal kişand ser şert û mercên kedkarên tenduristiyê û hemû kedkarên din.