Li ber şaxên PTT’ê tevî bariyeran jî xelk dikeve dorê 2020-03-30 16:12:15   AMED – Li ber şaxên PTT’ê û Weqfa Alîkarî û Piştevaniya Civakî ya Rezanê tevî bariyeran jî welatî dikevin dorê û ev dor dirêj dibe.    Ji bo derneketina ji malê û parastin mesafeya fizikî bangên hişyariyê didomin. Li Amedê jî ev du hefte ne li ber şaxên PTT’ê welatî dikevin dorê û îro jî welatî ketin dorê û balê dikişîne ser xwe. Li ber şaxên PTT’ê bariyerên polîsan hatine bicihkirin û cihên ji 2 metrekareyan ku kesek bikevê çêkirine. Hejmara van dabeşkirina hindik man û li ser vê yekê xelk ket dorê û mesafeya fizîkî jî li holê nema.    Welatiyan diyar kir ku heta di razandina fatûreyan de taloqkirin çênebe wê qelebalixiya li ber PTT’iyan jî kêm nebe û xwestin razandina fatûreyan were taloqkirin.    TU TEVDÎR NAYÊN GIRTIN    Heman dor jî li ber avahiya Weqfa Alîkarî û Piştevaniya Civakî ya Rezanê qewimî. Li ber avahiya Weqfê tu tevdîr nehatine girtin û welatî ji bo alîkariyê dikaribin werbigirin serlêdanê dikin.