Li Qamişloyê xebatên li dijî vîrusê didomin 2020-03-30 17:35:25     QAMIŞLO - Komîteya Şaredariyê û Parastina Hawîrdorê ya Kantona Qamişlo ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vîrûsa corona û çawaniya xweparastinê, hemleyên hişyarkirinê li bajar, navçe û bajarokên kantonê berdewam dike û dema avêtina çopê diyar kir.    Piştî ku Rêveberiya Xweser bi armanca parastina ji vîrûsa corona (Covid-19) li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya derketina derve ragihand, Komîteya Şaredariyê û Parastina Hawîrdorê bi dirûşma "Em ê çawa xwe û derdora xwe ji vegirtinê biparêzin?" dest bi hemleya hişyariyê kir. Di çarçoveya hemleyê de karkeran pankart daliqandin û belavok li avahiyên giştî belav kirin. Komîteyê,  diyar kir ku divê xwediyên dikanên bazirganiyê yên ne di nava qedexeya derketina derve de ne, pêdiviyên şêniyan peyda bikin. Di belavokên hatin belavkirin de wiha hat gotin: "Heta 20 saniyeyan destên xwe bi av û sabûnê bişon, dermanên dezenfektekirinê bi kar bînin nexasim dema vegera ji derve, dûrî kombûyînan û deverên qerebalix bikevin, cihên ku zêde destên xwe didinê wekî kompîtur, mase, destikên deriyan, alavên xweşûştinê û telefonên malan û yên destan baş paqij bikin. Perspektîfên têkildarî girîngiya dema avêtina gilêşê (çop) dan ku divê ji saet 07:00`an heta saet 10:00`an bê avêtin û ger rewşeke awarte derket li jimarên tîma rewşên awarte bigerin.