39 saziyên civakî: Em di înfazê de wekheviyê dixwazin 2020-03-30 18:48:14     AMED – Bi pêşengiya MED-TUHAD FED'ê 39 sazî û rêxistinên civakî û partiyên siyasî ji bo di înfazê de rêgeza wekheviyê pêk bê, kampanyayeke 1 milyon îmzeyî dan destpêkirin.    Bi pêşengiya MED-TUHAD FED'ê, 39 sazî û rêxistinên civakî û partiyên siyasî ji bo di înfazê de rêgeza wekheviyê pêk bê bi sernavê "Em di înfazê de wekheviyê dixwazin, ji bo her kesî edaleta wekhev" kampanya dan destpekirin.    39 partî, rêxistin û saziyên civakî, bi Kurdî, Tirkî, îngîlîzî, ji bo girtiyan edaletê bixwazin û girtî bêne berdan kampanya 1 milyon îmze dane destpêkirin.    Daxuyaniya 39 partî, rêxistin û saziyên civakî ya hevpar wiha ye:   Wekî tê zanîn ji 31'ê Kanûnê 2019'an vir ve vîrusa korona (Covid-19) ji bajarê Wuhan ê Çînê derket û di demek kin de belavî tevahî cîhanê bû. Saziya Tenduristiyê ya Cîhanê vê wekî Bapêşê (Pandemî) îlan kir. Ev bapêş wekî welatên din li Tirkiye jî belavbû û ji ber vê yekî hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dan zêde bû. Di serdema ku li Cîhan û Tirkiyeyê ji bo pêşîlêgirtina vê bapêşê ewlehî hate girtin de careke din tevdîrên parastina tenduristiyê û mafê jiyanê ya girtiyan hate rojevê. Di peymanên Navnetewî û yên Netewî bêyî cûdahiyê mafê xizmetê û xwe gîhandina xizmeta tenduristiyê ya girtiyan bi awayekî wekhev û li gorî rûmeta mirovahiyê hatiye diyar kirin. Li gorî agahiyê ji çapemenî û ji malbatên girtiyan hatiye wergirtin li girtîgehan tu tevdîr nehatine girtin, pêkanînên ku jiyana mirovan dixe talukeyê pêşketine, amûrên paqijiyê nehatine belav kirin, gardiyan û leşker bêyî maske û lepikan li nava koxûşan lêgerînan pêk tînin. Dîsa girtiyên kalepîr û nexweşên kronîk arasteyî Nexweşxaneyan nehatine kirin. Li koxuşan di ser kapasiteya wê de girtî têne ragirtin, xwarinên paqij nayên çêkirin û girtî nekarin têr xwarinê bixwin. Zatî gelek girtî û hikûmxwar ji ber ketibûn greva birçîbûnê bedena wan gelek zirar dîtibû û berxwedana wan a li hemberî virusê nebaşe. Ji ber van û gelek sedemên din aşkere xwiyaye ku jiyana girtî û hikûmxwaran di bin rîskek mezin de ye û ev yek me tevahiyan eleqedar dike. Neteweyên Yekbûyî û Komîsertiya Mafên Mirovan diyar kiribûn ku kesên girtî bêparastin in, xwestibûn ku ji ber rîsk mezin dibe bêyî cûdahiya fikr û ramanên siyasî banga serbestberdana tevahî girtiyan kiribûn. Bangek bi vî rengî ji hela gelek Saziyên Tenduristî û Mafên Mirovan ên Navnetewî ve hatibû kirin. Ji ber jiyana bi hezaran girtî û hikûmxwaran di bin talûkeyek mezin de ye bi awayekî wîjdanî û exlaqî ev yek me tevan eleqedar dike. Li hemberî vê talûkeyê divê tevahî mirovên bi wijdan û xwedî exlaq ji bo girtî di girtîgehan de neyên hiştin teqez xwedî helwest bin.   Di demên dawî de pakêta ji bo cezayên înfaza girtiyan bê daxistin ya ne wekhev û li gel pêşniyar û hişyariyên Rêxistinên Saziyên Navnetewî li ber çavan nayên girtin tê rojeva meclîsê. Vîrusa koronayê bêyî cûdahî gefê li jiyana hemû girtiyan dixwe. Lê mixabin pakêta ku tê xwestin bê derxistin cûdahiyê dixwe de dihewîne û tu aliyê qebûlkirina vê paketê di nava civakê de tune ye. Em saziyên ku navê wan li jêr hatiye nivîsîn berî ku ji girtîgehan tabût derkevin û bêyî cûdahî divê hemû girtî bên tehliyekirin, ji îro û şûnve kampanya îmzeyan didin destpêkirin. Em careke din wekî daxwaz dibêjin ku; mafê jiyanê ya girtî û hikûmxwarên ku di bin temînata dewletê de ye, ji bo parastina mafê wan ê tenduristî û ewlehiya mafê jiyana wan divê ji bo hemû girtiyan bi awayekî adil û wekhev cezayê înfazê bê sererastkirin. Divê bê çavderîkirin ku jiyana hemû girtî û hikûmxwaran di bin talûkeyê de ye û divê bên tehliyekirin.   Hevkarên Kampanyayê:   Komeleya Wêjevanên Mezopotamya Platforma Koçberiyê Komeleya Jinan a Rosa Tevgera Ekolojîk a Mezopotamya KESK Komeleya Wêjekarên Kurd Kongreya Îslamî ya Demokratîk (KÎD) Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan (KDE) Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Tevgera Jinên Azad (TJA) Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) MEBYA DER  MED TUHAD FED ÖHD PENa KURD  Hewla 78'yan Meclîsa Dayikên Aşitiyê Komeleya Jinan a Star ANYAKAY-DER Odeya Tabîbên Amedê (TTB) Partiya Komînîst Kurdistan (KKP) Partiya Demokratên Kurdistan-Tirkiye Partiya Demokratên Kurdistan (PDK-Bakur Komeleya Çand û Şoreşgerên Demokrat (DDKD) Partiya Azadî Partiya Însan û Azadî (PÎA) Komeleya Mala Jiyanê (Riha) Şanoya Bajar a Amedê  Komeleya Sînema ya Rojhilata Navîn Navenda Çand a Mezopotamya (NÇM) Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle (KÇHD) Komeleya Berî Her Tiştî Zarok Komeleya Jinan a Çand Huner û Wêjeyê Komeleya Çand û Huner a Aryen Komeleya Çand û Huner a Meyman Şanoya Mencel Şanoya Nûpelda Lijneya Koordînasyonê ya TMMOB a Amedê   Kesên ku bixwazin xwe bigînin naveroka kampanyayê dikarin li ser vê linka: http://chng.it/cDBT4Q5DjL bişopînin.