Fikir û nêrîna welatiyan a ji bo tevdîrên li dijî vîrûsa coronayê 2020-03-31 09:01:42   MÊRDÎN - Esnaf û şêniyên Mêrdînê bal kişandin ser tevdîrên li dijî şewba vîrûsa coronayê û diyar kirin ku tevdîr kêm in. Esnafan û welatiyan got, divê fatûre bên taloqkirin û tevdîrên ji bo şîrketên mezin hatine girtin esnafên biçûk jî daxilî nav wan bên kirin.    Esnaf û şêniyên Mêrdînê anîn zinam ku tevdîrên li dijî vûrûsa coronayê tên girtin kêm in. Esnaf Mehmet Aksû (29), anî ziman ku piraniya mirovan di mal de ne û got, beriya her tiştî tenduristî tê, lê belê di warê debarê de jî zehmetiyê dikişînin. Aksû ku got "kirê, fatûreyên ceryan, gaza xwezayî û krediyên bankeyan hene" destnîşan kir ku tevdîrên tên girtin di pratîkê de tu beramberiyek wan tuneye.    Aksû, got: "Divê fatûreyên ceryan, gaza xwezayî, av û heqê kirêyan herî kêm divê 3 mehan bên taloqkirin. Heger ev pêk bên wê esnaf û welatî hinekî rihet bibin."    WÊ ESNAFÊN BIÇÛK NEMÎNIN    Ercan Çaçar (52) jî got: "Kesek jî nayê. Mirov di mal de ne. Dewlet jî ji bo şîrketên mezin biçûk nebin tev digere, lê wê halê esnafên biçûk çawa be? Esnafên biçûk wê 5-10 hezar perê di dest xwe de jî bixwe. Dû re wê çi bibe? Wê deyn çawa bin? Pakêtên aşkere kirine wê bidin şîrketên mezin. Wê di vê demê de şîrketên mezin hê mezintir bibin, wê esnafên biçûk jî hê biçûktir bibin. Niha tenê xema esnafên biçûk ew e ku karibe nan bbe mala xwe. Niha tenê ji bêrîka xwe dixwe."    Ahmet Bahçî yê 58 salî jî got: "Ji bo heqê nanê xwe derketime derve. Ji ber rewşa min a aborî nebaş e, mecbûr im bixebitim. Zarokeke min a 2 salî heye. Divê her roj şîr jê re bikirim. Heger dernekevim û neşixulim ez ê nikaribim şîr bikirim û nikaribim nan bibim malê. Ji mecbûrî derdikevim. Çûm wefa alîkariyê. Min got heqê rêya min jî tuneye. Tu alîkarî nekirin. Heger hema dahateke min a biçûk jî hebûna ez ê derneketama derve. Heger tiştke bê serê min wê kî li zaroka min a biçûk mêze bike."    ‘HEGER TEVDÎR BIHATANA GIRTIN WÊ WIHA NEBÛNA'    Welatiyekî ku nexwest navê wî bê aşkerekirin jî diyar kir ku di wext de tevdîr nehatine girtin û got: "Heger di wext de tevdîr bihatana girtin û kesên ji umrê hatine bihatana karantînakirin wê wiha nebûna. Gava mirov li çapemeniyê mêze dike dibêje qey tevdîr pir baş tên girtin. Lê ne wisa ye."    MA / Omer Akin