Qeyûmê Mêrdînê vê carê jî di bin navê 'bedêla lênerînê' de heqê avê biha kir 2020-03-31 09:02:51   MÊRDÎN - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku demek berê av biha kiribû, vê carê jî di bin navê "bedêla lênihêrînê" zemek din kir.    Îdareya Av û Qenalîzasyonê (MARSÛ) ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm tainî wê hatiye kirin, careke din heqê avê biha kir. Qeyûm, vê carê di bin navê "bedêla lênerînê" heqê avê biha kir.    Qeyûm di 1'ê Adarê de ji xeynî KDV'ê ava bermayî ji sedî 2'yan kir ji sedî 4 û heqê ava vexwarinê jî ji sedî 2'yan kir ji sedî 4. Qeyûm ev zem di bin navê bedêla lênerînê de kiriye.    Her wiha berê jî MARSÛ'yê heqê avê ji xeynî KDV'ê ji 2 TL'yan kiribû 3.25 TL û di Çileya 2020'an de kiribû 4.75 TL û wê zema duyemîn di 31'ê Adarê de têkeve dewrê. Ligel vê qeyûm dîsa biryar girtibû ku wê di Gulana 2020'an de jî heqê avê bibe 6.25 TL. Lê belê piştî welatiyan bertek nîşan dabûn û li ser vê şaredarî zema duyemîn ku wê ji 31'ê Adarê pê ve têkeve dewrê taloq kiribû.