'Bila bavê min û girtiyên nexweş hemû bên berdan' 2020-03-31 09:05:52   OSMANIYE - Girtiyê nexweş Sabrî Kaya ku ji ber qeyrana dil û xwînwerîvîna mêjî 5 rojan di beşa awarte de hat tedawîkirin, niha li qawîşa mehkûman tedawiya wî didome. Keça wî Dîlan Kaya, anî ziman ku bavê wê felcî bûye û xwest rojek berî rojekê bavê wê bê berdan.    Girtiyê nexweş Sabrî Kaya ku di Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa T a Osmaniyeyê de ye û qelbê wî ji sedî 25 dixebite, di 25'ê Adarê de qeyrana dil û xwînwerivîna mejî derbas kir û ji ber vê wî rakirin Nexweşxaeya Dewletê ya Osmaniyeyê. Kaya, li beşa awarte hat tedawîkirin û duh dîsa ew birin girtîgehê. Niha tedawiya Kaya li qaşîa mehkûman didome. Malbata wî xwest rojek berî rojekê bê berdan.   Keça wî Dîlan Kaya, anî ziman ku niha ne dikarin bavê xwe bibînin ne jî der barê rewşa wî de agahî wergirtin.    'BAVÊ MIN LI BER MIRINÊ YE'    Keç Kaya, anî ziman ku nexweşîna şekir, tansiyon, astim, bronşît, helandina hestiyan û Alzheîmerê bi bavê wê re hene û got, bavê wê du caran ji qelbê xwe emeliyat bûye û qapaxeke protez xistine qelbê wî. Kaya, diyar kir ku mehek e ji ber ku îdareya girtîgehê dermana Coûmadîn ku xwînê bi av dike peyda nake kezeba bavê wê av girtiye û ji ber vê hem eyrana dil hem jî xwînwerivîna mêjî derbas kiriye. Kaya, destnîşan kir ku ji be rîhmalkariya girtîgehê rewşa bavê wê girantir bûye û got: "Heger tiştek bê serê bavê min berpirsiyar girtîgeh û dewlet e. Çawa dibe ku tu nikarî derman peyda bikî? Me derman peyda kir û anî. Ji me re gotin, 'em nikarin ji derve tiştekî wergirin' û derman negirtin. Girtîgeh îhmalkarî kiriye. Niha bavê min bi mirinê re rû bi rû ye."    Kaya ku got "Bavê min ji ber xwînwerivîna mêjî felcî bûye. Nikare baş biaxife" anî ziman ku bavê wê 5 rojan di beşa awarte de maye û paşê wî anîne girtîgehê û niha di qawîşa mehkûman de ye. Kaya, destnîşan kir ku rewşa bavê wê giran e, lê belê dîsa ew xistine qawîşa mehkûman. Kaya, got: "Li wir îhtimala ku Covîd-19 lê peyda bibe zêde ye. Metirisyên me hene. Gelek nexweşînên wî yên kronîk hene. Fikarên me hene."    Kaya, anî zîman ku cezayê muebetê li bavê wê hatiye birîn û 10 sal in girtiye. Kaya, xwest bavê wê jî di nav de girtiyên nexweş hemû bên berdan û got: "Bavê min bi tena serê xwe nikare jiyana xwe îdame bike. Pêdiviya wî bii alîkariyê heye. Bira girtiyên wekî wî giş bên berdan."    MA / Hamdûllah Kesen