Serokê Odeya Bijîşkan a Stenbolê: Divê pisporên tenduristiya gel vê şewbê bi rê ve bibin 2020-03-31 09:07:37   STENBOL - Seroka Odeya Bijîşkan a Stenbolê Dr. Pinar Saîp, bal kişand ser kêmasiyên di warê têkoşîna li dijî vîrûsa coronayê de û got: "Divê pirsporên tenduristiya gel vê şewbê bi rê ve bibin."    Li cîhanê vîrûsa coronayê (Covîd-19) berbelav dibe. Li cîhanê heya niha zêdetirî 30 hezar kes ji ber vîrûsa coronayê jiyana xwe ji dest dane. Li Tirkiyeyê jî li gorî daneyên fermî yên dawî heya niha 168 kes mirine. Seroka Odeya Bijîşkan a Stenbolê Dr. Pinar Saîp, geşedanên dawî yên der barê vîrûsa coronayê de nirxandin.    'LI STENBOLÊ NÎVIYÊ KESÊN BI ŞEWBÊ KETINE XEBATKARÊN TENDURISTIYÊ NE'   Saîp, bal kişand ser daneyên ku Wezareta Tenduristiyê parve dike û got, bi qasî wan tespît kiriye li Stenbolê bi qasî 2 hezar kes bi şewba vîrûsa coronayê ketine û ji van kesan herî kêm 100 kes jê xebatkarên tenduristiyê ne. Saîp, destnîşan kir ku ji ber ku test pir nayên kirin nizanin çend kes bi şewba vîrûsa coronayê ketine.    Saîp, diyar kir ku nûveyên gumanbar wekî covîd-19 nayên qebûlkirin û got, bi tomografiyê jî hin weqayên gumanbar hene, lê belê ji ber ku encama testan nediyar in ev kes jî wekî weqa nayên qebûlkirin.    Saîp, destnîşan kir ku ji bo mirov di mal de bimînin hem meaşê kesên di sektorên taybet de dixebiin û hem yên di sektora cemaweriyê de dixebitin divê bê dayîn û ji bo wan derfet bên peydakirin. Saîp, got: "Heger di warê aborî de piştgirî neyê kirin, hin mirov hene mecbûr in bixebitin û ji bo vê jî mecbûr in derkevin derve. Loma divê ji bo her kesî meaşekî asgarî bê diyarkirin ku kes dernekeve derve. Sedemeke belavbûna covîd-19'yê jî kêmasiya xwarin û paqijiyê ye. Divê ev jî bên nirxandin."    ‘ME PÊKAN E KESÊN DIXEBITIN LI GOR BANGAWAZIYA 'DI MAL DE BIMÎNE' TEV BIGERIN'    Saip, anî ziman ku kesên dixebitin ne pêkan e li gor bangawaziya "di mal de bimîne" tev bigerin û got: "Ji xeynî kesên di sektora nan, zexîre û tenduristiyê de dixebitin, ji bo mirov di mal de bimînin divê tevdîrên aborî bên girtin. Mixabin li Stenbolê tevdîr baş nayên girtin. Divê sektorên niha nehewcedar bên girtin. Her wiha divê dewlet meaşê wan bide. Divê dewlet û şaredarî pêdiviyên xwarin, vexwarin û paqijiyê peyda bike."   Saîp, destnîşan kir ku divê pisporên tenduristiya gel vê şewbê bi rê ve bibin û got: "Di vê pêvajoyê de divê TTB, sendîka, odeyên bijîşkan û nûnerên saziyên civaka sivîl di nav desteyên ku walîtî ava dikin de cih bigirin. An jê bi vî awayî ne pêkan e ku ev şewb bê kontrolkirin. Divê pêvajoyeke ku pêdiviyên her kesî pêk tîne hebe. Ancax bi vî awayî mirov dikare ji derheqê vê yekê derkeve."    MA / Erdogan Altan