Li Edenê 550 kes ji ber vîrûsa korona tên dermankirin 2020-03-31 13:01:03   EDENE - Serokê Odeya Bijîşkên Edenê Prof. Dr. Ahmet Halîl, da xuyakirin ku li bajêr 550 kesên di nav de bijîşk û xebatkarên tenduristiyê jî hene, ji ber vîrûsa koronayê li nexweşxaneyên cuda tên dermankirin.    Serokê Odeya Bijîşkên Edenê Prof. Dr. Ahmet Halîl, diyar kir ku wan li ser banga Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB), li hemû nexweşxaneyên çemawerî û taybet ên Edenê dest bi tespîtkirina kesên bi vîrûsa koronayê ketin û van nexweşxaneyan tên dermankirin kirin.    Halîl, da zanîn ku li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê hejmara kesên bi vîrûsê ketine 10 hezar û 827 û wiha got: “Lê ev nexweş li kîjan bajaran tên dermankirin ne diyare. Em jî li gorî rê û rêbazên zanistê, li Edenê dest bi lêkolînê kir. Hejmara ku em gehiştinê em ji raya giştî re parve kir. Li Edenê li gorî bûyerên duh rû dan jî 550 kesên di nav de bijîşk û xebatkarên tenduristiyê jî hene, ji ber vîrûsa koronayê li nexweşxaneyên cuda tên dermankirin. Ji 63 nexweşên di beşa lezgîn de, 15 jê entubene û 2 jî jê ji nexweşxanê hatine derxistin û dermankirina wan bi dawî bûye. 4 bijîşk û 12 xebatkarên tenduristiyê bi gumana koronayê dibin çavderiyê dene. Me ev hejmar di 30’ê Adarê de bi dest xistine. Divê gel di ferqa cîdiyeta vê şewbê debe û li gorî vê tevbigere.”