Grûp Yorûm: Baweriya me bi gotinên Wezareta Karê Hundir nayê 2020-03-31 13:08:11   STENBOL – Endama Grûp Yorûm Seher Adiguzel bertek nîşanî Wezareta Karê Hundir da û  got: “Baweriya me bi Wezareta Hundir nayê. Heta daxwazên me neyên bersivandin em ê dev rojiya mirinê bernedin.”    Endamên Grûp Yorûm Hêlîn Bolek û Îbrahîm Gokçek bi daxwaza “qedexey li ser konserên wan werin rakirin, endamên wan ji lîsteya lêgerîna sor werin derxistin û zextên li ser Navenda Çanda Îdîlê werin bidawîkirin” dest bi rojiya mirinê kirin. Daxwazên wan nehatine bersivandin û her roja ku diçe rewşa endamên Grûpê xerab dibe.  Parêzvanên mafê mirovan ji bo rewşa endamên Grûpê bi Wezareta Karê Hundir re hevdîtinek pêk anîn. Wezaretê ji parêzvanên mafê mirovan re ragihand ku heke dest ji rojiya mirinê berdin dê pişt re daxwazên wan binirxînin.    ‘HETA DAXWAZÊN ME NEYÊN BERSIVANDIN DÊ ÇALAKÎ BIDOME’   Endama Grûpê Seher Adiguzel bertek nîşanî daxuyaniya Wezaretê da û got: “Em vê nêzîkatiyê qebûl nakin. Baweriya me bi gotinên Wezaretê nayê. Heta serkeftinê em ê rojiya xwe ya mirinê bidomînin. Bila daxwazên me werin bersivandin em ê jî rojiya mirinê bi dawî bikin.”