Seroka ÇHD'ê: Tevdîr kêm in, girtîgehan vala bikin 2020-04-01 09:27:59 EDENE - Seroka Duyemîn a ÇHD'ê Umît Buyukdag, anî ziman ku tevdîr kêm in û got: "Di vê pêvajoyê de tişta herî girîng valakirina girtîgehan e." Seroka Duyemîn a Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) Umît Buyukdag, qanûna înfazê û tevdîrên Wezareta Dadê yên li dijî vîrûsa coronayê nirxandin. Buyukdag, destnîşan kir ku wê guherandina qanûna înfazê nebe çare û got: "Ev guherandin ne çaeserî bêçaretî ye. Buyukdag, anî ziman ku ji ber ku tevdîr nehatine girtin şewb belav bûye û hejmara nexweşan zêde bûye."   TEVDÎR NEHATIN GIRTIN    Buyukdag, destnîşan kir ku guherandinên hatine kirin jî ji bo xebatkarên cemaweriyê ne û wiha axivî: "Wezareta Dadê û Desteya Dadger û Dozgeran (HSK) der barê darazê de hin guherîn çêkirine û ji xeynê karên girtinê danişîn hemû taloqî 30'yê Nîsanê kirine." Buyukdag di dewama axaftina xwe de wiha bilêv kir: "Ev bi xwe re dibe sedeme gelek pirgsirêkan jî. Çendî îdianameyên karên girtinê derî bê yekê hatibin hiştin jî, lê belê di rojên normal de îdianameyê ancax di alekê de amade dikin. Îjar pir aşkere ye ku wê karên di vî warî de pir bi derengî bikeve. Girtî û hikumxar bi gardiyanên ku tim diçin derve re pêwendiyê datînin. Duh çûyîna gardiyanên peywirdar a ji bo malê hat qedexekirin. Ev têr nake. Heger ev şewb li girtîgehan belav bibe wê rewşa girtiyan hemûyan têxe talûkê. Ev pirsgirêk bi maske û dezenfektana û bi neşandina malê ya gardiyanan nayê çareserkirin."    ÇAV Û GUHÊN XW EGIRTIN    Buyukdag, anî ziman ku Komîsertiya Bilind a MAfên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) bal kişandiye ser rewşa girtîgehan, lê belê rayedarên Tirkiyey çav û guhên xwe girtine û wiha bi dawî kir: "Dewlet mecbûr e maf tenduristî û jiyanê yê di bin kontrola xwe de biparêze. Heger li girtîgehan tiştek biqewime tekane berpirsiyar dewlet e. Loma tişta em tim dibêjin em ê careke din jî bibêjin. Demildest divê girtîgeh bên valakirin. Ji dêvla vê ji bo dîqetê hinekî belav bikin qanûneke înfazê ya nû xistin dewrê. Lê belê bêyî ku bê nîqaşkirin xistin meriyetê. Ev yek bi tena serê xwe bi hiqûqê nayê pênasekirin."