DÎSK, KESK, TMMOB û TTB'ê dest bi kampanya îmzeyê kirin 2020-04-01 10:52:32 ENQERE - DÎSK, KESK, TMMOB û TTB'ê bi navê "Di têkoşîna li dijî şewba vîrûsa koronayê de, 7 tevdîrên ji bo parastina tenduristî, kar û xwarina gel" dest bi kampanya îmzeyê kirin.  Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyaran a Tirk (TMMOB) û Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) metna ji 7 daxwazên tevdîrên ji bo têkoşîna li dijî şewba vîrûsa korona (Covîd-19) kes û saziyan kirin ku îmze bikin.   Daxwazên ku di metnê de cih digirin û daxwaza pêkanîna wan ji hikumetê tê kirin wiha ne:   "Ji bilî karên bingehîn, ji neçarî, mal ên lezgîn û xizmetê, karên din hemû di pêvajoya şewbê de tavilê bên rawestandin.   * Di dema şewbê de derxistina ji kar divê bê qedexekirin, piştgirî ji esnafên biçûk re bê dayin, ji xebatkaran re destûra bi mûçe bê dayin û maeşê bêkaran bêşert ji mirovên bêkar re bê dayin.   * Deynên krediyan, fatûreyên av, elektrîk, gaza xwezayî û ragihandinê di dema şewbê de bêyî bên zêdekirin bên taloqkirin.   * Saziyên tenduristiyê yên taybet di vê demê de ji kontrola cemaweriyê bên derbaskirin, welatî bêşert karibin xwe bigihînin xizmetên tenduristiyê û ev xizmet jî bêpere be.   * Di koodînasyona têkoşîna dijî şewbê de divê dîsîplîneke tund hebe, nêzîkatiyeke bi zanistî bê nîşandan û agahî bi rengekî eşkere bên parvekirin.   * Di serî de li gel doktor û xebatkarên tenduristiyê û şaredariyê, di karên ji neçarî hemûyan de di serî de ekîpmanên parastinê, hemû kêmasî bên çareserkirin, bawerî ji wan re bê dayin ku karê wan ranaweste û her kesên di vî karî de dixebitin bi rêk û pêk di testê de bên derbaskirin.   * Di dema şewbê de ji bo mirovên xizan, koçber û girtî/hikumxwaran ku weke mirovên dezavantaj tên dîtin, tevdîrên qanûnî û pratîkî yên ku tenduristî û jiyana wan biparêzin bi cih bên anîn."   Ji bo forma îmzeyê: http://disk.org.tr/2020/03/disk-kesk-tmmob-ve-ttbnin-yedi-acil-onlem-metni-imzaya-acildi/