Li girtîgehê bi weazê bergiriya vîrûsa koronayê! 2020-04-01 11:08:12   ÊLIH – Hat diyarkirin ku li şûna bergirî bên girtin û daxwazên wan ên testkirinê bên bersivandin, li Girtîgeha Sîlîvriyê ji liyê meleyan ve “piştiriya menewî” ji girtiyan re hatiye dayîn.   Li Tirkiyeyê ji ber ku ji bo girtiyan li dijî vîrûrsa koronay3e bergirî nay3en girtin, gelek bertek hene. Komeleyên girtiyan bi kampanyayên ku dan destpêkirin, ji bo bergirî bên girtin serî li Wezareta Dadê û Komîsyona Mafê Mirovan a Mecvlisê didin. Mehmet Salîhj Erol ku 2 sal in li Girtîgeha Hejmara 5 a Sîlîvriyê ya Stenbolê girtî ye, bi rêya malbata xwe ragihand ku bergiriyên kul i girtîgehê hatine girtin ne têrker in. Erol, da zanîn ku li gel biryara zêdekirina dema hevdîtina bi telefonê jî ji bo wan dema nehatiye dirêjkirin û li girtîgehê di bin navê “piştgiriya menewî” de bi rêya meleyan weez tên dayin.   ‘MALBAT BI FIKAR IN’   Hevjîna girtî Erol Narîn Erol, hurgiliyen hevdîtina bi hevjînê xwe re aşkera kir. Narîn Erol, diyar kir ku îhtîmal heye vîrûs derbasî girtîgehan bibe û wiha got: “Em weke malbat ji ber vê yekê bi fikar in. Girtî xwe nagihînîn amûrên paqijiyê. Rewşa girtiyên nexweş micidtir e. Bi vîrûsê re şertên li girtîgehan girantir bûye. Leşker û gardiyan bêyî ku tevdîran bigirin bi ser kogûşan de digirin û legerînê pêk tînin. Girtiyan ji bo testan serî li rêveberiya girtîgehê dane, lê rêveberiyê bersiv nedaye wan. Li şûna daxwazên wan rêveberiyê meleyan şandiye kogûşan û di bin navê “Piştgiriya Menewî” de weezan dane girtiyan.”