Hevşaredara piştî hat berdan xistin qarantînayê: Li qawîşên biçûk 15-20 girtî dimînin 2020-04-01 11:28:21 MÊRDÎN - Hevşaredara Şemrexa Mêrdînê Nalan Ozaydin a ku li Girtîgeha Tarsûsê girtî bû, sewqî  Mêrînê kirin, piştî teşhîsa şewba vîrûsê kirin ew serbest berdan û xistin qarantînayê. Hevşaredar Ozaydin, li odeya qarantînayê çavdêriyên xwe yên girtîgehê wiha got "Li kawişê biçûk 15-20 girtî diman. Divê hemu girtî bêne berdan."  Hevşaredara Şemrexê ya Mêrtînê Nalan Ozdaydîn, piştî qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê. Ozaydin dema girtî bû sewqî Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê kirin. Pişti li Nexweşxaneya Dewlete ya mêrdîn tomofrafiya Ozaydin kişandin teşhîsa vîrûsa corona kirin. Piştî teşhîsa Covît 19 Ozaydin Dadgeha Cezayê Sulhê ya Mêrdînê bi şertê kontrola edlî şandin hepsa malê û xistin qarantînayê. Di testa kîtê e encam pozîtîf derket û minakê ji qirika wê girtin ji bo lêkolînê şandin Amedê. Li ser hişyariya bijîşkan heta encama testa Ozaydin bê biryar hat girtin ku di odeya karantînayê de bê girtin.    Ozaydin ku li odeya Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê xistine qarantînayê çavdêriyê xwe ji Ajansa Mezopotamya re parve kir.    Ozyadin, anî ziman ku xwe pir baş hîs dike û wiha got: "Ez bi nexweşiya panîk û astimê me. Beriya bêm berdan ez di 18'ê Adarê de birim Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsûsê. Piştre dema ez çûm nexweşxaneye destûr nedan ez biçim kawîşê. Gotin 'Laşê te sinciriye şikên nexweşiyê heye divê em te bibin hucreyê' Piştre ez şandim hucreyê. Min cilê xwe yê ji kawîşê xwestin û piştre ez bikim Edeneyê. Wê ji ber nexweşiya panik atakê li nexweşxaneyê razandima. Lê heyeta wir got 'Kesên panîk atak dê nikaribe li girtîgehê bimîne. Cihê girtî ji bo nexweşê panîk atak ne guncav e' û rapor nivisandin. Parêzeran jî rapor dan rêveberiya girtîgehê û xwestin ku ez li girtîgehê nemînim. Ji ber ku hefteyek berê min qirîza dil derbas kiribû. Piştî ez li nexweşxaneyê taburcî kirim disa ez şandim Tarsûsê u xistim hucreyê. Li ser vê yekê min sewqa xwe xwest û sewqa min qebûl kirin. Ez rast e rast anîm Nexweşxaneya Mêrdînê. Di desta xwîna min de şewba corona derket û ez li nexweşxaneyê razandim. Ji ber vê yekê niha li nexweşxaneye me."    GIRTÎGEH PIR BI RÎSK E'   Ozaydin, anî ziman ku ji ber şewba vîrûsa Covid-19 hemû girtî dibin tehîdek mezin dene û wiha got: "Li girtîgehê di odeyên buçûk de 15-20 jin bi hevre dimînin. Em 15 jin di odeyekê de diman. Odeyen wir bê hewa ne. Şert ne guncav in. Dayikên zedeyî 65 salî di nava me de hebûn. Hevalên me yên nexweşiya kronîk hebûn. Dîsa nexweşên panîk atak hebûn. Ji xwe pispor û bijîşk jî diyar dikin ku teqez şert ne gunçav in. Ez hêvî û daxwaz dikim ku ji ber vê şewbê hemû hevalên me serbest bêne berdan"    MA / Ahmet Kanbal