Hem li malê dimînin, hem jî hilberînê dikin 2020-04-01 11:42:22 AGIRÎ - Li gundê Qizqapan ê navçeya Panosê, bi hatina bihjarê re welatî li erd û baxçeyên xwe dest bi xebatê kirin. Welatî ji ber vîrûsê naçin navçeyê û ji dur ve silavê didine hev. Li gundê Qizqapan ê navçeya Panosê yê Agiriyê, welatî bi hatina biharê re li nav erd û baxçeyên xwe dixebitin. Li dijî vîrûsa koronayê, heta ku rewşeke lezgîn çinebe gundî naçin navçeyê. Heta naçin malên cîranên xwe ku her roj li bav hev bûn. Diçin nav erd û baxçeyên xwe û ji dûr ve silav didin hev û rewşa hev dipirsin. Gundî rojên germ ji xwe re kirine firsend û tovên xwe dikin û baxçeyên xwe paqij dikin. Ji ber bihabûna êm, sewalên xwe derdixin derve û diçirînin û li aliyekî ve jî darên xwe dipeşkînin.   LI GUND JIYAN DIDOME    Serhat Karataş ku zanîngehê xwendiye û niha bêkar e, diyar kir ku bi xwedîkirina sewalan debara xwe dikin û wiha got: “Her sibe saet 06.00’an de dest bi karê xwe dikin. Bi hatina biharê re em sewalên xwe derdixin çêrê. Niha vîrûs hebe jî tunebe jî li gund jiyan didome. Heman rewş ji bo kesên li bajaran ne derbasdar e. Mirovên li bajaran perîşan bûye.”   JI NIHA VE AMADEKARIYÊ ZIVISTANÊ DIKIN    Rewşen Karataş jî ku li gund daran dipeşkîne, destnîşan kir ku ji bo bosan ji niha ve bizir diçînin û wiha got: “Li gund herkes dixebite. Em pêwîstiyên xwe di nav hefteyekê de dabîb dikin. Li gund piraniya kesan jî wiha ne. Kartol û penirên ku me par kiribû bin erdê niha derdixin û dixwin. Em ji niha ve pêncarê ber dikin û ji bo sala bê amade dikin.”   MA / Dîndar Karataş