Li herêmê jiyan ji ber taviya baranê neyînî bandor bû 2020-04-01 11:56:20   AMED - Li bajarên herêmê, ji duh şev ve ji ber taviya bajarên jiyana bi awayekê neyînî bi bandor bû.    Li bajarên Amed, Riha, Êlih, Şirnex, Sêrt, Xerpêt, Çewlig, Mûş, Bedlîs û Colemêrgê, ji duh şev de baranekê zêde lê dike. Hîna jî taviya baranê bi bondore. Li gel roje jî, esmanên bajaran ji ber ewran reş û tarî bûne. Di serî de li Amed û Çewlikê, li cihên çiyayê yên bajaran baran û berf dinava hev de dibarin.    Bi taviya baranê re germahiya hewayê jî kêmî 1 û 3 pileyan bû. Li bendêye ku heya saetên êvarî jî, baran bibare.