Welatiyê ku ji qarantînaya 14 rojan derket vegot 2020-04-01 12:36:49 STENBOL - Kesên ku ji Ewropa hatibûn û 14 rojan li wargehên xwendekaran di bin qarantînayê de mabûn, duh dest bi tehliyeya wan hat kirin. Yek ji van welatiyan şertên ku têde jiyabûn vegot û diyar kir ku rojane tenê şelteyê nivînên wan hatine guhertin û agirê wan hatiye pîvandin.   Welatiyên Tirkiyeyê ku ji ber vîrûsa koronaye di 17’ê adarê de ji welatên Ewropayê hatibûn û 14 rojan li wargehên xwendekaran ên li Stenbolê di bin qarantînayê de mabûn,dest bi tehliya wan hat kirin. Yek ji van welatiyan ku li navçeya Gongurenê li Wargeha Fatîh Sûltan a Kurikan hatibû bicihkirin û nexwest navê xwe bide, dîmenekê ji ajansa me re şand û tiştên ku di qarantînayê de jiyane vegot.   TENÊ ŞELTEYAN GUHERTINE   Welatî, diyar kir ku di 17’ê adarê de bi otobusan wan anîne wargehê û wiha got: “Wargeha ku em li diman ji aliyê paqijiyê ve ne baş bû û odeyên em lê diman jî nedihat paqijkirin. Tenê şelteyên nivînên me diguherandin. Ez tenê dimam lê li odeyên kêleka min kesên ku hevjîn û dayikên wan jî li cem wan bûn hebûn. Ew bi hev re diman. Tu piştgirî nedan me. Tenê rojê carekê agirê me dipîvan.”   ‘TU PLANSAZIYEK TUNEBÛ’   Di berdewama axaftina xwe de welatî, destnîşan kir ku piştî dema wan a qarantînayê bi dawî bûye, wan birine li termînala Metro Turîzmê ya Samandirayê û ev tişt anî ziman: “Li gel ku lîste çêkiribûn ku em biçin kuderê jî li otogarê tu plansazî tunebû. Nehiştin em bi rêyeke din biçin. Lê dema em hatin otogarê ji me re gotin ku otobusa biçe Amedê tuneye û me heta Dîlokê bibin. Me plansaziya xwe ya Amedê çêkir. Li otogarê ekîbin AFAD’ê ne jî ekîbin Kızılayê hebûn. Tenê polis hebûn. Bilêta bı 2 qat zêde dan me. Bilêta Amedê bi 350 TL’yî bû. Ji me re gotin ku wê di otobusê de di pakêtan de xwarin bidine me lê wisa nekirin. Walîtiyê me neçarî Metro Turîzmê kir.”