Girtiyê li Gumuşhanê ragihand: Girtîgeh xistine karantînayê 2020-04-01 16:05:10 AMED - Mûstafa Geylanî yê li Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhanê dimîne, di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe kir de, ragihand ku li girtîgehê vîrûsa koronayê hatiye tespîtkirin û girtîgeh kirine karantînayê  Girtî Mûstafa Geylanî yê ji Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 2 a Xerpetê, ji bo danişîna dozekê derbarê wî de hatibû vekirin, berî mehekê sewqî Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhanê hat kirin, ragihand ku li girtîgehê vîrûsa koronayê hatiye tespîtkirin û ji ber vê girtîgeh kirine karantînayê. Geylanî yê nêzî mehekê ye li Girtîgeha Gumuşhanê dimîne, di hevdîtina telefonê ya bi malbatê re derbarê bûyerê de agahî dan birayê xwe Fahîr Geylanî.    GIRTÎGEH DI KARANTÎNAYÊ DEYE.   Birayê Geylanî Fahir Geylanî, diyar kir ku birayê wî di hucre yek kesî de tê girtin û wiha axivî: “Birayê min ji bo dozekê birin Gumuşhanê. Ev meheke di hucreya yek kesî de tê girtin. Di girtîgehê de dezenfekte nayê kirin. Amûrên paqiyê, dezenfekte, fêkî û zerzewatan nadin girtiyan. Birayê min 51 saliye û nexweşiya wî ya dil heye. Sala derbas bûyî anjiyo kirin. Girtîgeh niha di karantînayê deye. Mirov terkî mirinê hatine kirin. Hejmara li ser piyan ferzî girtiyan dikin. Tu bergiriyek li girtîgehê tuneye. Divê bi lezgînê alîkarî ji bo girtiyan bê dayîn.”   ‘EM BI FIKARIN’   Geylanî, da zanîn ku wan serî li saziyên fermî dan û wiha got: “Em di nava fikarek mezin de li benda bersivê ne. Lê heya niha tu bersiv ji bo serlêdana me nehatiye dayîn. Divê girtî demildest bên berdan.”