Di 15 rojan de 15 hezar û 191 karkerên înşaetê ji kar hatin derxistin 2020-04-01 16:49:15 STENBOL - Dev Yapi Îşê, ragihand ku bi vîrûsa koronayê re li Stenbolê di nava 15 rojan de, 15 hezar û 191 karkerên înşeatê ji kar hatin derxistin.   Sendîkaya Karkerên Înşaet û Rê, Avaniya Şoreşger (Dev Yapi Îş), daxuyaniyek nivîskî weşanda û diyar kir ku bi belavbûna vîrûsa koronayê re, li Stenbolê di nava 15 rojan de, 15 hezar û 191 karkerên înşeatê, ji kar hatin derxistin.     Dev Yapi Îşê, da zanîn ku piştî derketina şewbê, ji bo karkeran bi tu awayeî bergerî nehatin girtin û wiha got: “Karkeran di şert û mercên ne tendurist de didin xebitandin. Karkerên ji kar tên derxistin jî tazmînatên wan nayîn dayîn. Karkerên testa wan a vîrûsê nehatin kirin, bi awayekê komî şandin bajarên wan. Di 216 hezar şîrketên li Tirkiyeyê de mîlyonek û 117 hezar karker dixebitin. Li tevahiya Stenbolê, di 45 şîrketan de 295 hezar karkerên înşaetê dixebitin. Ji ber vîrûsa koronayê karker ji kar tên avêtin û bi birçîbûnê re rû bir û dimînin. Ji ber keysperestiya vîrûsa koronayê bi hezaran karker ji kar hatine avêtin. Divê ji kar avêtin bê qedexe kirin û karker ji Fonê Bêkariyê destekê bigirin.”