2 birayên wî girtî ne: Bira girtî hemû bên berdan 2020-04-02 09:06:15   MÊRDÎN - Abdûlkadîr Dayan ku birayek wî 27 sal in û birayek wî jî 7 sal in di girtîgehê de ye, xwest girtî hemû bên berdan.    Malbata Mehmet şerîf Dayan (39) ê di Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê û Mehmet Saît Dayan (45) ê Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa F a Tekîrdagê de ye, ji ber vîrûsa coronayê ku li seranserê cîhanê belav bûye û heya niha bûye sedema mirina bi hezarn mirovî, bifikar in. Birayê wan Abdûlkadîr Dayan (42) bal kişand er wekheviyê û xwest girtî hemû bên berdan.    Dayan, anî ziman ku birayê wî Şerîf 7 sal in û birayê wî Saît jî 27 sal in girtiye. Dayan, anî ziman ku metirsiya wan î ji bo vrûsa coronayê zêde bûye û bal kişand ser qanûna înfazê ya ku girtiyên siyasî daxilî nav wê nehatine kirin. Dayan, got: "Divê girtiyên siyasî jî bên berdan. Girtiyên siyasî ji ber têkoşîna xw eya ji mafên xwe girtî ne. Mesela birayê min 27 sal in girtiye. Çima wî bernadin?"    Dayan, bal kişand ser wekehviyê û got: "Pakêta hatiye amadekirin tenê ji bo tecawizkaran û dizan e."    Dayan, xwest girtiyên siyasî jî daxilî nav pakêta darazê ya nê bên kirin û bên berdan.