Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em dikarin bi piştevaniyê ji derheqê vê pêvajoyê derkevin 2020-04-02 09:07:42   WAN - Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'a Wanê bal kişandin ser vîrûsa coronayê û gotin: "Em bi piştevanî û parvekirinê dikarin ji derheqê vê pvajoya zehmet derkevin."    Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'a Wanê, li dijî vîrûsa coronayê bang kirin ku piştevaniyê xurt bikin.    Endama Meclîsa Ciwanan Arjîn Tûncer, got: "Bi taybetî jî em dixwazin mirovên me yên di ser 65 salan re ji mal dernekevin. Ev vîrûs ji bo wan pir xetere ye. Em naxwazin tiştek bê serê wan. Me meclîsa ciwanan hejmarên telefonên xwe danîn her derî. Gava pêdiviyek wan çêbû dikarin xwe bigihînin me. Çi ji destê me bê em ê bikin. Em careke din dibêjin, em ê di vê pêvajoyê de tim û tim li cem gelê xwe bin."    JI BO MEZINAN RÊZ Û HURMET    Tûncer, bal kişand ser rêz û hurmeta ji bo extiyarrran û got: "Mezinên me rûmeta me ne. Em ê bêhurmetiya li wan tê kirin tu carî qebûl nekin. Em ê bêhurmetiyê mekin. Mezinên me paşeroja me ne. Ji bo wan çi ji destê me bê em bikin. Divê ne yê jibîrkirin, vegirê vîrûsê tenê ne extiyar in. Her kes vegir e. Tenê ew di grûba xetereyê de ne. Em bang li ciwanan hemûyan dikin, em bi rêzgirî nêzî extiyarên xwe bibin."    ‘BI PIŞTEVANIYÊ EM DIKARIN JI DERHEQÊ VÊ PÊVAJOYÊ DERKEVIN'    Tûncer, destnîşan kir ku niah di serdemeke weisa de ne ku pêdiviya wan pir bi piştevanî û parvekirinê heye û got: "Li dijî polîtîkayên îqtidarê em dikarin ruhê piştevanî û parvekirinê yê edeta xwe bilidntir bikin. Mesela cînarê te birçî be an jî nikaribe heqê fatûreya xwe bide tu dikarî alîakriyê bikî. Em nanê xwe pev re parve bikin. Em alîkariya hev bikin. Em ê karibin bi piştevaniyê ji derheqê vê pêvajoyê derkevin."    ‘EM NAXWAZIN KES BIMIRE'    Endamê Meclîsa Ciwanan Ozan Yildiz jî bal kişand ser rewşa rojnamevan, akademîsyen, rewşenbîr, siyasetmedar û wxendekaran û got: "Qanûna înafzê berpêşî meclîsê kirin. Lê di vê qanûnê de wekhevî tuneye. Em dixwazin wekhevî hebe. Em naxwazin li girtîgehan kes bimire."