Di rojên coronayê de malên xwe bikin dibistanên kurdî 2020-04-02 09:09:02     AMED - Di vê pêvajoya ku vîrûsa corona (Covît-19) li hemû cîhanê belav dibe û li dijî wê tê gotin "Ji malên xwe dernekevin" de Hevserokê MED-DER'ê Mehmet Esen bang li hemû malbatên kurd kir ku di van rojên şewba corona de vê derfeta li malê baş bi kar bînin û malên xwe bikin dibistanên kurdî.    Şewba vîrûsa corona li Tirkiye û cîhanê belav dibe. Li dijî wê bang li ser bangê tê kirin ku "kes ji malên xwe dernekevin". Di vê pêvajoya ku ev bang tê kirin de, piranî welatî rojên xwe di malê de derbas dikin. Hevserokê MED-DER'ê Mehmet Esen jî bal kişand ser vîrûsa coronayê û got: "Vîrusa Koronayê gefan li hemû gelên cihanê dixwe û xetereyek mezin ya civakî daye destpêkirin. Ji bo vê yekê jî divê hemû kes xwe ji vê nexweşiyê biparêze da ku  mirin çê nebin an jî mirinên zêde çênebin. Ji bo parastinê jî hewceye ku liv û tevgerên derveyî pêdiviyên lezgîn çênebin û hemû kes di stara xwe de ango di mala xwe de bimînin. Bi vî awayî dê bandora nexweşiyê li ser mirovan zêde nebe û belav nebe. Ev nexweşî bandoreke neyênî li ser civakê çêkir."   'RASTIYA JIYANÊ HEMÛ GIYANEWER DI XWEZAYÊ DE BI HEVRE BIJÎN'    Esen, bal kişand ser hevsengiya di navbera zindiyên di nava xwezayê de û got: "Rastiya jiyanê jî ev e ku hemû mirov, ajal û nebat ango hemû giyanewer bi awayekî bi rêk û pêk di nav xwezayê de bi hev re dijîn. Heke ku hemû kes bikevin malan, dê ev çawa bê jiyîn? Ango nav dê çawa bibe jiyan? Ev rewş dê gelek pirsgirêkan bi xwe re bîne. Xem û êşan bide avakirin."    'GELÊ KURD LI SER AXA XWE JI MAFÊ XWE BÊ PAR E'    Esen, bal kişand ser xala Danezana Gerdûnî ya Mafê Mirovan a "Hemû civak dikare bi çand, ziman ango bi xwebûna xwe bijî û nivşên xwe jî li gorî nirxên civaka xwe mezin bike" û wiha axivi: "Lê mixabin gelê kurd li ser xaka xwe ji vî mafî bêparin. Ji hêla pergalê de tu mafê kurdan ên rewa nayê dîtin. Nayê dayîn. Dijberê vê rewşê xebatên ku civaka kurd çawa bê çewisandin tên kirin."    'EM LI MALÊN XWE ZIMAN Û ÇANDA XWE FÊR BIBIN'   Esen, têkildarî rojên ku di malê de derbas dibin jî nirxandin kir û xwest hemû malbat van rojan di malên xwe de ji bo çand, ziman û nirxên civakî tijî derbas bikin. Esen, da zanîn ku bi mebesta vîrûsa coronayê hemû kar û xebatên çand, huner û perwerdehiyê hatine rawestandin û xwest her kes malên xwe bikin dibistanê kurdî yê çand û ziman.    Her wiha Esen ji bo malbatan hin pêşniyar jî kirin û wiha got: "Nexweşiyek heye û hewceye ku em bêtir li ser vê mijarê bisekinin. Lê li ber tevdîrên xwe em dikarin van rojên ku hemû nivşên malê ku li mal in, bi awayekî têr û tije derbas bikin. Em bêtir pirtûkên ku li ser dîrok, çand, huner û zimanê kurdî ne bixwînin. Zimanê Kurdî bibe zimanê rojane ê malê û hemû nivşên malbatê bi zimanê xwe biaxivin. Em ji zarokan re çîrokên kurdî bêjin. Lîstikên kurdî bi hev re bilîzin, taybetî jî bi zarokan re bilîzin. Fîlmên kurdî temaşe bikin, stranên kurdî guhdar bikin û stranên kurdî bistrên, pêşbaziyan çêbikin û bila zimanê pêşbaziyê bi kurdî be. Di nav malbatê de an jî hûn û hevalên xwe di nav xwe de li ser watshap û telegramê koman ava bikin û li ser dîrok, çand, huner, perwerdehî û hîndariya kurdî nîqaşan bikin."    MA / Lezgîn Akdenîz