Mêrên li mal man 18 jin kuştin 2020-04-02 09:15:18   AMED - Piştî vîrûsa corona li Tirkiyeyê belav bû û ji bo parastinê banga "Li mal bimîne" hat kirin, 18 jin ji aliyê mêrên li malê man ve hatin kuştin. Endama Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Hatîce Demîr, diyar kir ku bi biryara nû ya HSK’ê li dijî mafê jiyanê yê jinê, tenduristiya mêrê ku tundiyê li jinê dike tê parastin.    Li Tirkiyeyê şewba vîrûsê roj bi roj belav dibe û zêde dibe. Ji ber vîrûs belav dibe, ji bo parastina li dijî şewba vîrûsê banga "Li mal bimîne" tê kirin. Lê li hemberî vê yekê tetbîrên tundiya li malê nayê stendin. Piştî ev bang hat kirin rêxistinên jinan fikarên xwe anîn ziman û hişyarî kirin ku bi vê yekê dê tundiya li ser jinê zêdetir bibe. Di 11'ê adarê de piştî kesê yekem bi vîrûsê jiyana xwe ji dest da, têkildarî banga 'Li mal bimîne' rêxistinên jinan rayedar hişyar kirin ku dê tundiya li ser jinan zêde bibe û xwestin tedbîr bêne girtin. Di 2 hefteyên pêvajoya li malê de 18 jin ji aliyê mêrên li malê nan ve hatin kuştin. Rêxistinên jinan ên Tevgera Jinen Azad (TJA), Komeleya Jinan a Rosa, Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê û rêxistinên jinan li ser medya civakî hişyarî kirin û xwestin tedbîr bêne girtin. Lê ji ber tedbir nehatin girtin, tundî û kuştina li dijî jinê zêde bû.    MAFÊ JINÊ YÊ JIYANÊ NAYÊ DÎTIN   Rêxistinên jinan li ser medya civakî hewl didin xwe bigînin hemû jinan û peyama "Hûn ne tenê ne" bidin wan. Rêxistinên jinan diwazin bi vî rengî piştgiriyê bidin jinên rastî tundiyê tên û wan bi tenê henêlin. Rêxistinên jinan dixwazin ku di çarçoveya kampanyayê de jinên rastî tundiyê tên, xwe bigînin Xeta Alîkariya bi lez a li Dijî Tundiya Nava Malê, Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê, Xeta Piştgiriya Civakî ya Alo, Komeleya Jinan a Rosa û Navenda Bangê ya polîs û 122'an û alîkari bixwazin. Rêxistinên jinan diyar kirin ku Lijneya Hekîm û Dozgeran di 30'ê Adarê de biryara tedbîrê girtin û ev biryar li şûna mafê jinê biparêze, bêtir tenduristiya mêr derdixe pêş.    NAVENDÊN PARASTINÊ SIST TÊNE GIRTIN   Endama Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Parêzer Hatîce Demîr, têkildarî tundiya li mal li dijî jinê zêde dibe fikar û pêşniyarên xwe ji Ajansa Mezopotamya (MA) re anî ziman. Prz. Demîr, diyar kir ku bi biryara nû ya HSK’ê li dijî mafê jiyanê yê jinê, tenduristiya mêrê ku tundiyê li jinê dike tê parastin. Demîr, ani ziman ku li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) ji her 3 jinan yek jê rastî tundiya mêrê hevalê xwe tê û piştî şewbê, tundiya li ser jinê zêdetir bûye. Demîr, diyar kir ku piştî şewb li Çînê pêş ket, tundiya li malê ji sedî 300 zêde bû û ev yek wan dixe nava fikaran.  Demîr, da zanîn ku ji ber talûkeya şewbê mêr û jin di heman malê de dimîne û ev yek ji bo jina rastî tundiya mêr tê bêtir talûke ye. Demîr bibîr xist ku ev yek ji bo jinê bêtir rîsk e.    PLANA TERBÎRA BI LEZ    Demîr, da zanîn ku ji xeynî karên bi lez, hemû karên mekanîzmayên hiqûqî dane rawestandin û wiha got: "Em xizmeta piştevaniyê didin jinên ku li malê di bin tundî û talûkeyê de. Erka Polîsan a li gorî zagona hêjmar 6284'an ku ewlehiya canê jinê biparêze, têr nake. Şaredarê Roma ya Îtalya, ji bo jinan yekîneyên têkoşînê yên ku 7/24 saetan amade ye ava kirine. Dîsa welatê Avusturya ji bo vê yekê zagonên taybet amade kirine. Di pêvajoya şewba vîrûsê de ligel rêxistinên sivîl û saziyên hiqûqê divê dewlet ji bo parastina jinan tedbîrên bi lez bigire. Divê plana bi lez bigire.    12 JIN DI NAVA MALÊ DE HATIN KUŞTIN    Demîr, anî ziman ku li gorî daneyên saziyên jinan di nava 2 hefteyan de 18 jin hatin kuştin û ji van jinên hatin kuştin 12 jin li malê ji aliyê mêr ve hatin kuştin û wiha got: "Li Amedê Dilek Kaya hat kuştin. Me ji bo alîkariya hiqûqî xeta telefonê û online amade kiriye. Divê jin xwe malê bi tenê hîs nekin. Divê em hemû mekanîzmayên xweyên parastinê têxin meriyetê. Jin dikarin li 155 Polis, 156 esker, 183 wezaret û ji baroyan alîkariyê bixwazin. Ger ku jin û mêr di heman odeyê de bin, Divê bernameya KADES'ê daxin telefona xwe û bi tûşekê alîkarî bixwazin. Ji bo alîkariyê dikarin serî li kesên sêyem3in bidin. Îxbara kesên sêyemîn derbasdar e.    Demîr, herî dawî diyar kir ku bi biryara nû ya HSK’ê li dijî mafê jiyanê yê jinê, tenduristiya mêrê ku tundiyê li jinê dike tê parastin.    MA / Aydin Atay