Divê di sererastkirina înfazê de hesabên polîtîk neyên kirin 2020-04-02 09:48:45   MERSÎN – Hiqûqnasan diyar kir ku desthilatê bi sererastkirina înfazê girtiyên siyasî terkî mirinê dike û xwestin ku di sererastkirina înfazê de hesabên polîtîk neyên kirin û hemû girtî bên berdan.   Li Mersînê parêzeran pêşnûmeya sererastkirina înfazê ku AKP-MHP’ê di 31’ê adarê de pêşkêşjî meclise kirin û girtiyên siyasî li derveyî wê hiştin, nirxandin. Parêzer Ozgur Çaglar, bi bîr xist ku di salên dawîn de gelek sererastkirinê înfazê hatine kirin û sererastkirina niha ne tendurist e û edalet, wekhevî û şertên hîqûqa navneteweyî tên paşguhkirin.   GIRTÎ TERKÎ MIRINÊ TÊN KIRIN   Çaglar, da zanîn ku di sererastkirinê de bêyî cudahî hemû sûcên rêxistinkirî li derve hatine hiştin û wiha got: “Ev rewş nîşan dide ku desthilat kesên ku bi hincetên siyasî girtiye dixwaze bi sedemên siyasî bernede. Ev jî li dijî şertê wekhevî û heqqaniyetê ye. Ev yek girtiyên siyasî mehkûmê mirinê dike û sererastkirin qet ne têrker e. Di salên dawîn de gelek muxalîf hatine girtin, divê ji bo wan sererastkirinek bê kirin. Em bi rîsqeke civakî re rû bi rû ne.”   HEDEF BERDANA ENDAMÊN RÊXISTINÊN SÛC E   Parêzer Selçûk Bînîcî jî destnîşan kir ku sererastkirina înfazê ne têrker e û ev titş anî ziman: “Ji ber ku girtîgeh ji qapasîteya xwe gelek zêdetir têje ne, talûkeya jiyanî ava dikin. Sererastkirina ku pêşkêşî meclisê hatiye kirin li dijî qanûnan e. Heke sererastkirin bi vî rengî bê derxistin, li dijî gel, siyasetmedar, şaredar, parlamenter, aktîvîst, parastvanên mafên mirovan û rojnamegeran hiqûqa dijmin bê pêkanîn. AKP’ê destpêkê xwest weke razemeniya hilbijartinê vê sererastkirinê bi kar bîne, lê ji ber vîrûsa koronayê vî şansê xwe winda kir. Bi vê AKP dixwaze ku têjebûna girtîgehan kêm bike û bi vê yekê berteka civakê ya li dijî xwe ya ji ber rîsqa vîrûsê daxîne. Hedefa bingehîn a sererastkirinê berdana endamên rêxistinên sûc û alîkarên wan e ku MHP piştgiriya wan dike.”   ‘DIVÊ QANÛN BIDIN JIYANDIN’   Parêzer Gazî Încî jî bi lêv kir ku dervehiştina girtiyên siyasî ya sererastkirina înfazê ne adile û têkidlarî mijarê ev nêrîn parve kir: “Sererastkirin li dijî qanûnan û Destûra Bingehîn e. Wekheviya li pêş qanûnan peywira dewletê ye. Dervehiştina kesên ku ji ber nêrînên xwe girtî ne, dibe ku pêvajoya sererastkirina înfazê bike darê desthilatê. Ev helwesteke polîtîk e. Divê ku sererastkirin herkesî bihewîne û armanca qanûnan qezenckirina kesan a civakê be. Heke wiha nebe, li girtîgehan pirsgirêkên tenduristiyê û mirin çêbibin û binpêkirinên mafan bên kirin, dibe ku ev dewletê mehkûmî tazmînatê jî bike. Ji bo vê yekê jî divê di serestkirinê de hesabên polîtîk û bîrdozî neyên kirin.”   MA / Ergîn Çaglar