Meclîsa Kantona Hesekê: Dê li dijî Koronavîrusê tedbîrên hişk bên girtin 2020-04-02 11:32:04   HESEKÊ - Hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Ebdulxenî Oso diyar kir ku ji ber gelek sedeman şênî li gorî qedexeya derketina derve tev nagerin û wihagot: ""Ji sibê û şûnde dê tedbîrên hişk bên girtin."    Li gel ferzkirina qedexeya derketina derve li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û girtina gelek tedbîrên hişyariyê, hinek şêniyên bajarê Hesekê biryar û tedbîrên hatine girtin paşguh dikin. Hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Ebdulxenî Oso têkildarî qedexeya derketina kolanan û tedbîrên ji bo şêniyan ji Nuçegîhanên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Coza Îbrahîm û Henar Îbrahîm re axivî. Oso, diyar kir ku gelek şêniyên bajarê Hesekê bi şêwaza tê xwestin ev biryar neanîn cih û wiha got: "Ev vedigere gelek sedeman. Jê ya herî girîng, rawestandina artêşa Tirk a dagirker a stasyona Elok a avê. Ev cara çaran e ku artêşa Tirk a dagirker avê li ser bajêr qut dike."   Oso, anî ziman ku divê şênî avê peyda bikin da ku pêwîstiyên xwe yên rojane pêk bînin û wiha domand: "Niha ev pirsgirêk çareser bû. Şênî jî wê biryarê bi disîplîntir dive bînin cih. Li Hesekê hejmareke mezin a koçberên herêmên Serêkaniyê û gundên girêdayî wê hene. Koçber di nav dibistanan de dimînin. Ew rojane bi hewcedariya pêdiviyên pêwîst in. Dibe ku em nekarin tevahiya pêdiviyên wan peyda bikin. Lewra neçar dimînin ji navendên xwe derkevin û pêdiviyên xwe peyda bikin."   Ebdulxenî Oso, destnîşan kir ku gelek sedemên din jî hene û wiha axivî: "Hinek herêm di bin kontrola hikumeta Sûriyê de ne û ew herêm biryara ku hatiye girtin, pêk naynin. Tîmên tenduristiyê û karkerên paqijiyê mecbûr in biçin karê xwe. Kêmasî ji hêla me ve derketiye. Ji sibê ve em ê rewşê bi awayekî bêtir kontrol bikin û biraya qedexeya derketina derve bînin cih. Divê şênî tedbîrên hişyariyê pêk bînin."   Oso bal kişand ser talûkeya vîrûsê û wiha bi dawî kir: "Ruxmî ku dewletên Ewropayê pêşketî ne lê nikarin vîrusê kontrol bikin. Lê em tevî derfetên tenduristiyê yên kêm, bi rêya hemleyên hişyariyê û dezenfektekirinê li herêmê, me karî rê li pêşiya derketina vîrusê li herêmê bigirin.  Em bang li şêniyên Hesekê dikin ku biryara qedexeya derketina derve bi disîplîntir pêk bînin. Ji erka her endamekî/ê civakê ye ku tenduristiya xwe û malbata xwe biparêze da ku tenduristiya civakê bi giştî biparêzin."