30 leşkerên terhîs girtine hefteyeke di karantînayê de ne 2020-04-02 11:52:52   ŞIRNEX – Li Şirenxê 30 kesên leşkeriya bi darê zorê qedandine hefteyeke ji ber koronayê di karantînayê de tê ragirtin.    Hat eşkerekirin ku li Şirnex û navçeyên wê testa 3 kesan a vîrûsa koronayê pozitîf derketiye. Li tevahiya Şirnexê nêzî 300 kesî li wargehên cuda di karantînayê de tên ragirtin. Hat zanîn ku di van 300 kesan de li Şirenxê 30 kesên leşkeriya bi darê zorê qedandine hefteyeke ji ber koronayê di karantînayê de tê ragirtin. Hat ragihandin ku van kesên bi ser Stenbolê re anîne hefteyee di karantînayê de tên ragirtin. Hat gotin li Wargeha Xwendekarên Keçik a Millî Piyangoya Şirnexê du kes du kes di karantînayê de tên hiştin û testên wan nayên kirin û bi periyodên diyar sicirandina laşê wan tê pîvan.