Ji Meclisa Tenduristiyê ya HDK’ê rêyên serî derxistina bi vîrûsê 2020-04-02 12:56:25   STENBOL - Meclisa Tenduristiyê ya HDK’ê, diyar kir ku vîrûsa koronayê bi zora dewletê û biryarên qedexeyan na bi civakbûneke xwezayî dikare bê derbaskirin û rêyên serî pê re derxistinê rêz kir.   Li gorî daneyên fermî, li Tirkiyeyê zêdetirî 15 hezaran kes bi vîrûsa koronayê ketine û 277 kes jî ji berê jiyana xwe ji dest dane û ji ber kêm girtina bergiriyan Hikûmet tê rexnekirin. Meclisa Tenduristiyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) têkildarî vê rewşê daxuyaniyeke nivîska da û bergiriyên ku li dijî vîrûsê divê bên girtin rêz kir.   Meclisê, diyar kir ku vîrûs di çarçoveya polîtîkayên welatên netewdewlet û kapîtalîst de derketiye holê û li ser jiyana ekolojîk rawestiya. Meclisê, da zanîn ku vîrûs weke tê nîşandan ne kareseteke xwezayî ye û wiha got: “Berovajiyê kareseta xwezayî berhema pêvajoya kapîtal û cureyên wê ye. Çawa ku ji ber kirinên xwe em li dijî karesetên mîna erdhej û hezazê bêparastin dimîmim, ji bo vîrûs jî heman rewş derbasdar e. Vîrûs, îro ji pirsgirêkeke tibbî wêdetir pirsgirêkeke siyasî, civakî û ekolojik e. Lê saziyên şaristaniya dewletî bi awayekî zêde pirsgirêkê tibbî dikin û feraseteke çawsîner ferzî civakê dikin û ser bingeha pirsgirêkê digirin.”   WÊ QAPASÎTEYA SERMIYAN DERBAS BIKE   Di berdewama daxuyaniya xwe de meclisê bal kişand ser encamên vîrûsê û têkildarî mijarê ev tişt got: “Serî pê re derxistina encamên şobayê û di pêşerojê de kontrolkirina şobayên ku dibe derkevin holê qapasîteya takekesî û kolektif a sermiyan debas kiriye. Ev gef, tenê bi rêxistina hilberîner û aqlê kollektîf ê bindest, xîzan û kesên ku ji berê ve heta niha ya ji bo jiyan û cîhaneke nû têdikoşin, dikare bê derbaskirin” Meclisa Tenduristiyê ya HDK’ê rêyên serî derxistina bi vîrûsê re wiha rêz kir:   "* Fikirina Ekolojîk û înşakirina civaka ekolojîk. Divê ku her tişt di parzûnê ekolijyê de bê derbaskirin. * Civakbûna rast. Divê tora rêxistinbûna herî berfireh bê avakirin û herkes karibe xwe di vê torê de îfade bike. * Li gorî pêwîstiyên civakê parvekirina wekhev a çavkaniyan. Divê ku rêxistinbûnên aboriyê yên ku karibin pêwîstiyên herkesî bibersivînin bên avakirin. * Ji holê rakirina sînorên neteweyî. Em di nav gerdûnê de tev bi hev re hene. Divê mirovahî di nav pergaleke demokratîk de hebe. * Navberxistina civakî ya mêjiyê dewletê yê baviksalarî. Bi destpêkirina nav malê re divê jiyaneke demokratîk bê avakirin. * Sînorkirina temasa fîzîkî. Li şûna zora dewletê divê em rêxistinên xwe yên vê yekê pêk bînin. * Esasgirtina daxuyaniyên SES ve TTB’ê. * Sekna bîrdozî û helwesta polîtîk.