Li Tirkiyê 335 tax, bajarok, gund û mezra di karantînayê de ne 2020-04-02 13:34:53   AMED – Li 26 bajarên Tirkiyê bi giştî li 335 tax, bajarok, gund û mezra ji ber vîrûsa koronayê di karantînayê de ne.    Piştî kesên ji Imrê û derveyî welat hatin Tirkiyê nexweşîna vîrûsa koronayê li çar aliyê Tirkiyê belav bû. Ev yek jî ji ber derengmayîna tevdîran û sînorkirina ger û geştê belav bû. Bi belavbûna vîrûsê re sepanên wê jî belav dibin. Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû û Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ji roja ewil ve cihên ku korona lê hatiye dîtin navê wan eşkere nekirin û tenê hejmara wan eşkere kirin. Lê Odeya Bijîşkên Tirk (TTB) bajar bi bajar bûyerên (weqa) koronayê bi bajar bajar dest bi belavkirinê kir. Duh bi şev hêj Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca yekem car bajar bi bajar hejmara weqayan belav kir.    WEZÎR SOYLÛ GOTIBÛ 50 DEVER    Li aliyekî Wezîrê Tenduristiyê Koca daneyên bajaran parve dike li aliyekî jî Wezareta Karê Hundir a di bin rêveberiya Suleyman Soylû de jî van deveran ango daneyan vedişêrê. Soylû di 31’ê adarê de ragihandibû ku li 50 deverên Tirkiyê hildane karantînayê. Lê hejmara ku Soylû eşkere kir gelek di bin hejmara rastî de dimîne.    Li gorî daxuyanî û daneyên walîtiyan, Valilikler, Umumî Hifzissihha Kurullar, çapemenî, rêxistinên civakî yên sivîl û Yekîtiya Bijîşkên Tirk ajansa me Mezopotamya (MA) van agahiyan berhevkirin û li gorî vê berheviyê heta niha 26 bajar û 2 bajarok jî di nav de li 335 gund, mezra û taxan karantîna tê sepandin.    Bi biryara Umumî Hifzissihha Kuruluyê re heta niha li bajarên wek Rîze, Kutahya; Gumuşhane, Sêwaz, Çankiri, Yozgat, Çanakkale, Erzîngan, Meletî, Gîresûn, Dersim, Baybûrt, Çorûm, Wan, Qers, Bedlîs, Amed, Mêrdîn, Duzce, Semsûr, Êlih, Bartin, Artvîn, Agirî, navçeya Beyşehîr a Konyayê di nav de li bajarok, gund, tax û mezrayan ji ber vîrûsa koronayê di karantînayê de ne.