Li Amarayê dorpêça 4’ê Nîsanê: Ji Ocalan navnîşana wî hat pirsîn 2020-04-02 15:05:03   RIHA – Li gel ku hêj 2 roj ji 71’emîn salvegera Rojbûna Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan re maye, hemû rêyên ku diçin Amarayê hat dorpêçkirin. Birayê Ocalan Mehmet Ocalan, diyar kir ku di têketina taxê de navnîşana wan ji wan hatiye pirsîn û bertek nîşanî dorpêçê da.   Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê girtî ye, îsal di bin gefa vîrûsa koronayê de dikeve roja rojbûna xwe ya 71’emîn. Li gel ku hê 2 roj ji roja rojbûna Ocalan re maye jî gundê Amarê yê navçeya Xalfetî ya Rihayê ku Ocalan lê ji dayik bûye, ji aliyê polis û leşkeran ve hatiye dorpêçkirin. Her sal li gel astengiyan jî roja rojbûna Ocalan bi awayekî girseyî tê pîrozkirin. Lê îsal li gel ku hê têkildarî rojê bernameyek nehatiye aşkerakirin jî hemû rêyên ku diçin Amarayê bi TOMA û maşîneyên zirxî hatine girtin. Dorpêç, li gundê Goganê dest pê dike û heta ber mala ku Ocalan lê ji dayik bûye, berdewam dike.   GUND JI TÊKETINÊ RE HAT GIRTIN   Li aliyê din Mehmet Ocalan ku ji bo nexweşxaneyê hatibû Amedê û kurê wî Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan, dema ku vegeriyan mala xwe, polis û leşkeran pêşiya wan birî û navnîşana wan ji wan pirsîn. Hat hînbûn ku ji ber ku navnîşana ajokarê Omer Ocalan ne li gund bûye, destûr nehatiye dayîn ku bikeve gund.   ‘EV NE RAST IN’   Mehmet Ocalan, bertek nîşanî dorpêçê da û diyar kir ku ev rewş rewşeke antidemokratik e û wiha got: “Mala ku em lê dijîn jî bi maşîneyên zirxî yên polis û leşkeran hatiye dorpêçkirin. Ji bo nexweşxaneyê em çibûn Amedê. Piştî ku em ji Amedê vegeriyan û polis û leşkeran bi çeka pêşiya me birîn û navnîşana Omer Ocalan jê pirsîn. Dema em nêzî gund bûn dîsa pêşiya me birîn. Pêşiya mala me jî kirine dorpêçê. Ev ne tiştekî rast e.”   ‘HERKES DIKARE LI MALA XWE JÎ PÎROZ BIKE’   Ocalan, têkildarî pîrozbahiyên îsal jî ev tişt gotin: “Kesên ku dixwazin rojbûna serok pîroz bikin, dikarin li malên xwe jÎ pîroz bikin. Îro gund kirine dorpêçê. Bi vê rêbazê pirsgirêk çareser nabin. Me jixwe berê jî gotibû ki ber vîrûsê herkes dikare li mala xwe rojbûna serok pîroz bike. Li gund Rewşa Awarte heye. Ev rewşeke antidemokratik e. Hewceyî ewqas polis, leşker û maşîneyên zirxî nake. Ew dizanin. Lê me dixwest ku rewşeke demokratîk hebe. Ez vê jî bibêjim; gel ji Serok hez dike. Hûn top, gule, polis û leşker jî bi cih bikin Serok cihê xwe di dilê gel çêkiriye. Belkî hûn karibin bi zorê bend deynin lê hûn nikarin bibin asteng. Dîsa rojbûna Serok li hemû gelên Rojhilata Navîn pîroz be.”   ‘BI ZORÊ HÊZA XWE NÎŞAN DIDIN’   Ocalan, di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Bi dehan, otobus, bi sedan leşker, polis û maşîneyên zirxî pêşiya me birîn. Ji me re astengî derxistin. Bi zilm û heqaretê li wir hêza xwe nîşan didin. Bi vî rengî dewlet mezin nabe. Cîhan bi vîrûsa koronayê re mijûl dibe, Tirkiye dev ji her tiştî berdeya û dibêje, ‘Ez çawa bikim ku pêşî li gelê kurd bibirim’. Me jî jixwe gotibû ku ji ber vîrûsa koronayê pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê li vir nayên kirin. Binêrin îro 2’ê nîsanê ye, rêya gund girtine, barîkatan danîne û gund dorpêç kirine. Kesên ku li gund dijîn jî ji ber dorpêçê nikarin bi hêsanî biçin malên xwe.”   PIŞTÎ KU PÊVAJO BI DAWÎ BÛ QEDEXEYÊ DEST PÊ KIR   Rojbûna Ocalan, ji sala 2004’an ve her sal li gundê Amarayê bi awayekî girseyî dihat pîrozkirin. Di 3 û 4’ê nîsanê de li gund gelek şahî dihatin lidarxistin, lê piştî ku pêvajoya navê “çareseriyê” lê hatibû dayîn bi dawî bû, pîrozbahî hat qedexekirin.