Di heman qawîşê de sê girtiyên nexweş hene, wê çawa li xwe binêrin? 2020-04-03 09:18:22 WAN – Bavê Engîn Aktaş ê girtî ku destê wî tune ne û tevî rapora wî ya “nikare di girtîgehê de bimîne” heye jî nayê berdan Tahsîn Aktaş got: “Li qawîşekê sê nexweş hene wê ev nexweş çawa li xwe binêrin?”  Li gel ku vîrûsa koronayê  (Kovid-19) ji bo girtîgehan gefek mezin e jî bi sedan girtiyên nexweş nayên berdan û rewşa wan di xetereyê de ye. Yek ji van girtiyên nexweş û rewşa wî xetere ye Ergîn Aktaş ê 32 salî ye û du destê wî nîn in. Tevî ku Saziya Tiba Edlî (ATK) 5 caran derbarê wî de rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” daye jî lê tevî vê yekê jî nayê berdan. Di nav van 9 salên girtîgehê de nexweşînên wek Nexweşîna Kezebê ya Kronîk Obstruktîf (KOAH) tuberkuloz (jana zirav-werem) li Aktaş peyda bûn. Di serî de Aktaş, hemû girtiyên nexweş û bi hezaran girtiyên siyasî derveyî vê pêşnûmeya guhertina yasaya înfazê hatin hiştin. Tevî şewba vîrûsa koronayê jî Aktaş li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsa Stenbolê tê ragirtin.    ‘XWÎN VEDIREŞE’    Bavê Aktaş, Tahsîn Aktaş da zanîn ku her roja ku diçe rewşa kurê wî xerabtir dibe û got: “Ji ber nexweşînên xwe her tim laşe wî disincire, xwêdan dide û bêhal dikeve. Li gel van jî her tim xwînê vedireşe. Kurê min ne di wê rewşê de ye ku pêdiviyên xwe takekesî jî dabîn bike. Vîrûsa koronayê her roja ku diçe berbelav dibe. Neberdana girtiyên nexweş jî me dixe nava fikaran. Her du destên kurê min jî nîn in. Nexweşînên wî kronîk hene. Di nava çar dîwaran de her roja ku diçe rewşa wî bêtir cidî dibe. Çend roj bere li me geriya û got ku ew vereşiyaye û vereşana wî hemû xwîn bûye.”    DI HEMAN QAWÎŞÊ DE SÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ HENE    Aktaş anî ziman ku bi kurê wî Engîn ê nexweş re du girtiyên din jî yên nexweş pê re di heman qawîşê de dimînin û got: “Di qawîşê de sê kes dimînin. Girtiyên pê re dimînin jî nexweş in. Yek ji van nexweşan li ser sandelyeya bi tekerek e. Yê din jî li ser pişte radikeve. Ev her sê nexweş wê çiqas dikaribin li xwe binêrin. Ev girtî nikarin li xwe binêrin. Ew halê wan nîne. Em ditirsin ku vîrûsa koronayê li girtîgehan belav bibe.”    BANG LI RAYEDARAN KIR    Aktaş destnîşan kir ku pêwîste kurê wî Engîn di cihek paqij û baş de bimîne û got: “Kurê min li hefsê nikare li xwe binêre. Jixwe berê jî diktoran eşkere kiribû ku divê li cihek paqij bimîne û kesek lê binêre. Di serî de ez bang li Wezareta Dadê û hemû rayedaran dikim. Hemû girtiyên nexweş berdin. Rewş pir cidî ye. Ez dixwazim raya giştî ji bo girtiyan deng xwe bilind bike.”    MA / Cemîl Ûgûr