Mala wî bi kamerayan dihat şopandin, dozgeriyê biryara neşopandinê da 2020-04-03 09:21:55 EDENE - Li Edeneyê Mûstafa Yilidzê HDP'î ji aliyê kesên ku texmîn dike polîs in dihat şopandin û bi kamerayan dîmenên mala wî dihatin girtin. Yilidiz, giliyî vê yekê kiribû, lê belê dozgeriyê biryara neşopandinê da.  Rêveberê HDP'a Edeneyê yê berê Mûstafa Yildiz, gotibû hin kesên texmîn dike polîs in wî dişopîne û bi kamerayan dîmenên mala wî tên girtin. Li ser vê Yldiz li Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê giliyên van kesên navbirî kiribû. Lê belê dozgeriyê, der barê serlêdana Yildiz de biryara neşopandinê da.   Dozgeriyê, diyar kir ku wesayîta bi plakeya 01 ML 2082 ku li ber mala Yildiz sekiniye û dîmenên mala wî girtiye nehatiye dîtin. Dozgeriyê deprêş kir ku delîlên şênber tunene û biryara neşopandinê da.    Yildiz, bertek nîşanî biryara dozgeriyê da û got, heger dozger wesayîta li ber mala wî disekinî nedîtine nexwe ev polîs in. Yildiz, destnîşan kir ku lêpirsîneke çalak nehatiye kirin û got, li devera ku mala wî lê ye gelek kamerayên MOBES'yê hene, lê belê dîmenenên van kamerayan daxilî nav doyeyê nehatine kirin. Yildiz, got: "Plakeya wê wesayîtê sexte be jî, dikarin kesên di hundirê wê wesayîtê de tespît bikin. Diviya dewlet ev yek bikirana. Lê nekir. Dewlet naxwaze wan aşkere bike. Heger tiştek bê serê min û malbata min berpirsiyar dewlet e."